Hêvî Keleş/ Qamişlo
li bajarê Qamişlo bi boneya 22’emîn salvegera serhildana 12’ê Adara 2004”an, ku yek ji qonaxên herî girîng di dîroka tevgera Kurd a li Sûriyeyê de tê hesibandin, daxuyaniyek ji aliyê Meclisa Qamişlo li Stadyûma 12’ê Adarê hat dayîn.
Daxuyanî li Stadyûma 12’ê Adarê de hate dayîn ku hejmarek ji kesayetên siyasî û civakî û nûnerên saziyên sivîl, digel girseyek ji xelkê bajarê Qamişlo yên ku ji bo bîranîna serhildana ku di 12’ê Adara 2004”an de dest pê kir, beşdar bûn.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate dest pê kirin. Piştre li ser navê meclisa bajarê Qamişlo Henan Ehmed daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Daxuyanî wiha bû: “Îro salvegera 12’ê Adarê ye, rojek ku di bîra gelê me yê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê de hatiye nivîsandin. Di vê rojê de di sala 2004”an de, rejîma Baasê li bajarê Qamişlo sûcek din li dijî gelê me kir, dema ku bi guleyên zindî li dijî sivîlên bêçek şer kir, di encamê de bi dehan şehîd û bi sedan birîndar û girtî man.
Ev komkujî ne bûyerek tenê bû, lê belê encamek rasterast a polîtîkayên dûrxistin û zordariyê bû ku rejîma Baasê bi dehan salan li dijî gelê Kurd pêk anî, ji inkarkirina nasnameya wan heya bêparêzîştina wan ji mafên wan ên bingehîn û hewldana guhertina pêkhateya demografîk a herêmên me. Xwîna şehîdên 12’ê Adarê bû agirê berxwedanê,û bajarên Kurdan ên Cezîre, Kobanê û Efrîn ji bo parastina rûmet û azadiyê rabûn ser piyan. Ji wê rojê ve, 12’ê Adarê bûye sembola têkoşîna gelê me ji bo edalet, nasîkirin û mafê jiyana azad li ser axa xwe.
Îro, piştî ketina rejîma Baasê û bidawîkirina serdemeke dirêj a zordarî û zilmê, em li pêşiya qonaxeke dîrokî nû de disekinin. Ev qonax daxwaz dike ku em hemû, Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi hev re bixebitin da ku Sûriyeyeke demokratîk li ser bingeha nasîkirina hevbeş, edalet û wekheviyê ava bikin. Di vê salvegerê de, em bi rêzgirtineke mezin giyanê şehîdên serhildana 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê di Sûriyeyê de bi bîr tînin û em tekez dikin ku xwîna wan vala naçe.
Herwiha soz a xwe ya ji bo berdewamkirina têkoşîna siyasî û demokratîk ji bo van tiştan nû dikin. Bicîkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd. Avakirina pergala demokratîk ne-navendî ku mafên hemû pêkhateyan biparêze. Pêşîgirtina vegera zordarî û siyaseta tundîtîyê. Salvegera 12’ê Adarê ne tenê bîranîneke eşe ye, lê di heman demê de bîranîneke îrade û berxwedanê ye. Îradeya gelekî ku reda neheqî kir û biryar da ku dîroka xwe bi destên xwe binivîse. Rûmet û bêdawî ji bo şehîdên azadiyê.”







