Partiya Yekitiya Demokratîk salvegera 16`an a damerzirandina partiyê bi dirûşmeya `Bi giyana neteweya demokratîk em salvegera 16`an a damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk vedijînin` hat pîrozkirin.
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û çar navçeyên wê tevî endamên saziyên civaka sivîl, rûspiyên êlên Ereb, partiyên siyasî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, bi sedan ji şervanên YPG, YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayîş) beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen axivî û got: “Divê em bikevin ferqê ku îro bi saya fedekariyên gelê me û xwîna şehîdan em şahiyê li dar dixin. Partiya Yekîtiya Demokratîk liser bingehek rast, bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê ku bingehîn lêvegera gelêrî û zanistî li Rojava daniye, ava bû. Lewra gelê me xwe li ser vê bingehê di tevahiya waran de birêxistin kir.”
Hesen wiha domand: “Partiya Yekîtiya Demokratîk rastî gelek êrîşên pergalên faşîst hat. Gelek endamên wê ji kadroyên partiyên ji hêla rejîma Sûriyê ve hatin girtin û çaranûsa hindek ji wan ne diyar e. Tevî ku gelek ji wan bi komployên li dijî kadroyên partiyê li hundir û derve şehîd bûn.”
Hesen ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Armanca partiyê biratiya gelan di navbera pêkhate û mezheban de ye. Lewra partî amadeye bikeve diyalogê da ku vê pirsgirêkê care bibe û pergelek demokratîk ku xizmeta tevahiya gelan dike ava bibe.”
Di dawiyê de Hesen got: “Em soza şopandina rêyan şehîdan didin. Bi vê boneyê em tevahiya şehîdên xwe di şexsê şehîd Şîlan, Fuad, Zekeriya, Cemîl, Bavê Cûdî, Osman, Îsa Hiso û heval Xelat a ku çaranûsa wê di girtîgehên rejîma Sûriyê de hîna ne diyar e bi bîr tînin. Tevî bi sedan ji hevalên ku rastî dijwartirîn cureyên îşkenceyê di girtîgehê rejîma Sûriyê de.”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Hiso jî axivî û salvegera damezirandina partiyê ya 16`an pîroz kir.
Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Şehîd Alêna ji Rimêlanê, Koma Reseniya Govendê ya girêdayî Til Hemîsê, Koma Şehîd Rojbîn Ereb a ji Til Koçerê tevî Koma Botan a ji Qamişlo û Koma Cûdî ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re vegotin.






