Esma Mistefa/Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan û bi sedan ji gelê bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke bi heybet şeş Şehîdên têkoşîn azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo û Efrînê bi merasîmeke bi heybet şeş cangoriyên xwe yên ku di oxira parastina vî gelî de Şehîd bûne, Şehîd Hêzil Arjîn, Şehîd Devrem Qamişlo, Şehîd Ehmed Xelîl, Şehîd Tolhildan Efrîn, Şervan Qamişlo û Diyar Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo oxir kirin. Di merasîm de termên sê Şehîdan hatin spartin û yên sê Şehîdan jî xiyabî bû.
Di destpêka merasîmê de deqeyek bêdeng li ser giyanên pekrewanan hate sekinandin û piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahêr Osman û bi ser navê Hêzên Leşkerî Şervan Qamişlo axaftin hatin kirin.

Cewehêr di axaftina xwe de ev anî ziman: “Em baş dizanin ku di her alî de dixwazin êrişî destkeftî û xeta Şehîdan bikin, gelo têkoşîna 50’î salî dikare bihêle ev yek rihet bibe; bê guman ne mumkine. Xwedîderketina li Şehîdan, xwedîderketina li hebûn û destkeftiyêm me yên bi sala ye. Şehadet, birêndarî û têkoşîna ku hatiye kirin, tenê ji bo em ev hebûna xwe biparêzin. Bi ev dema zehmet yak u li ser Rojava re debas bûye nikarin, hebûna me tune bikin.”
Her wiha Şervan Qamişlo ev yek anî ziman: “Em hêzên leşkerî, heyanî dawiyê em ê nehêlibin ku destwerdan û
êriş li ser gelê me wisa bi rihetî bê kirin. Her çiqas hewildana ku ev sekin û hebûna me tune bikin, lê vaye em her zindî dibin û xwe birêxistin dikin. Di hizura vî gelî de em soza xwe nû dikin û ji bo berdewamkirina xeta Şehîdên me, em ê berevaniyê bikin û liberxwe bidin.”
Di dawiyê de wesîqeyên Şehadetê hatin xwendin û diyarî malbatên Şehîd hate kirin.






