Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermend Mihemed Şêxo di salvegera 37`emîn de li bajarê Qamişlo hat bibîr anin

09/03/2026
in NÛÇE
A A
Hunermend Mihemed Şêxo di salvegera 37`emîn de li bajarê Qamişlo hat bibîr anin
Share on FacebookShare on Twitter

 Esmihan Gedro/Qamişlo

Yekîtiya Hunermendên Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hunermendê Kurd Mihemd Şêxo bi bîr anîn .

Di salvegera 37 emîn ya nemir Mihemed Şêxo de Yekîtiya Hunermendên Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo wî bi bîr anîn. Di bîranînê de hemû hunermed û dost û rêhevalên wî beşdar bûn.

Destpêka bîranînê de hemû beşdariyan berê xwe dan li ser gora hunermend Mihemed Şêxo. Piştre ji aliyê beşdar û malbata wî ve li ser gora wî stranên Nemir Mihemed Şêxo yên kevinar û evînî got. Herwiha Tevgera Çand û hunerê baxên gulan li ser gora wî xemilandin.

Piştî ku ew ji goristanê vegeriyan berê xwe dan Navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo.

Piştre birayê Mihemed Şêxo hunermend Behaa Şêxo axivî û wiha got: “Ji xwe weke ku em dizanin îro bû 37’ sal ku Mihemed Şêxo jiyana xwe ji dest daye. Piştî 37’ salan em îro careke din hunermendê nemir Mihemed Şêxo wî bi bîr tînin. Di her salvegera Mihemed Şêxo de ne tenê li bajarê Qamişlo tê bibîranîn, lê belê li herçar parçeyên Kurdistanê wî bibîr tînin û çalakiyan ji bo wî li dar dixin. Ev tê wê wateyê ku hunermend Mihemed Şêxo navê xwe di dil û mejiyê miletê xwe yê Kurd de hiştiye.”

Behaa Şêxo wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji dema ku Mihmed Şêxo jiyana xwe ji dest daye jî lê heya niha navê wî di nava civakê de beriztir û bilindtir dibe. Em di dema îro de dibihîzin û dibînin ku hunermendên nifşên biçûk yên ku Mihemed Şêxo di jiyana xwe de nedîtibûn niha, lê guhdar dikin û stranên wî nûjen dikin û diafirînin. Ji ber vê heya weke roja îro gelê Kurd ji stranên wî hez dikin û guhdar dikin. Em îro di vê rojê de careke din wî bibîr tînin, herwiha bi wan stranên xwe yên xweş ku gotine jî em wî ji bîr nakin. ”

Piştî axaftinê ji aliyê Koma Ciwanan ya Mihemed Şêxo û Koma Botan bi stranên Mihemed Şêxo yên kevin pêşkêş kirin.

Di dawiya bîranînê de hunermend Sefqan Orkêş stranên Mihemed Şêxo gotin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.