Navenda nûçeyan
Meclîsa Pisporan a Îranê ragihand ku Ayetulah Seyîd Mucteba Huseynî Xamineyî, kurê Elî Xamineyî bi piraniya dengan weke Rêberê Olî yê nû yê Îranê hatiye hilbijartin.
Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku Mucteba Xamineyî wekî Rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin. Ev biryar bi yekdengiya endamên Encumena Pisporên Rêberiyê hatiye dayîn.
Meclîsa Rêberan têkildarî mijarê daxuyaniyek daye. Di daxuyaniyê de wiha gotiye,”Piştî lêkolînên hûr û berfireh û bikaranîna şiyanên xala 108’an a destûrê, li gorî erkê şerî û baweriya bi amadebûna li ber Xwedayê mezin, di civîna awarte ya îro de Ayetulah Seyîd Mucteba Huseynî Xamineyî li ser bingeha dengê piraniya nûnerên Encumena Pisporên Rêberiyê, wekî sêyemîn Rêberê sîstema pîroz a Komara Îslamî ya Îranê diyar dike û dide nasîn.”
Mucteba Xamineyî kî ye?
Mucteba Xamineyî di 8’ê Îlona 1969’an li bajarê Meşhedê ji dayîk bûye, yek ji 6 zarokên Elî Xamineyî ye.
Mucteba Xamaney ku li dibistanên Tehranê hatiye perwedekirin, piştre jî li bajarê Qomê yê Îranê di nava pergala perwerdeyê ya jê re Havza tê gotin de hate perwerdekirin. Li vir têkildarî Fiqih (Hiqûqa Îslamê), Usûl-î Fiqih (metedolojiya hiqûqa Îslamê), tevsîr (şîroveya Qur’anê), ilmê hedîsan, gramera Erebî û metnên Îslama klasîk hate perwerdekirin.
Têkiliyên wî yên bi Supaya Pasdaran û hêzên Besîcê re xurt e. Her çend li pêşberî kamerayan zêde xuya neke jî, di siyaseta Îranê de kesekî bibandor e. Her wiha tê îdiakirin ku di tepisandina çalakiyên piştî hilbijartinên giştî yên di sala 2009’an de li Îranê hatin destpêkirin de jî roleke mezin lîst.
Mucteba heta niha ti posteke wî ya fermî di hikûmetê de nebûye lê wekî yek ji kesayetiyên herî bibandor ên li pişt perdeyê yên biryarên siyasî û ewlehî yên Îranê dihat hejmartin.






