Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​MMŞ’ê ji bo rewşa şervanên dîlgirtî daxuyaniyek da

09/03/2026
in NÛÇE
A A
​MMŞ’ê ji bo rewşa şervanên dîlgirtî daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê daxwaza şervan û zarokên xwe yên ku di destê Hikumeta Sûriyê ya Demkî de ne, kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li pêşiya navenda xwe bi daxuyaniyekê daxwaza şervan û zarokên xwe yên ku di destê Hikumeta Sûriyeyê ya Demkî de kirin. Di daxuyaniyê de hemû endamên saziyên rêveberiya xweser amade bûn.

​Di destpêka daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan bal kişandin li ser rewşa dîlgirtiyan û wiha gotin: “Bi navê her dayîkeke ku li benda xeberekê ye ji zaroka xwe û her malbateke ku di rêya rûmeta vê axê de tiştên herî bi qîmet feda kirine, em vê daxuyaniyê pêşkêşî raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên aktîf di qada Sûriyê de dikin. Mijara dîl û girtiyên li gel hikumeta sûriyeyê ya demkî ne tenê dosyeyeke siyasî yan jî kaxezeke bazirganiyê ye, lê dozeke mirovî û exlaqî ye ku bandorê li wijdanê her malekî li herêmên me dike. Berdewamiya girtina van kesan dûrî malbatên wan û di şert û mercên ku kêmî pîvanên dadperwerî û qanûnên navdewletî ne, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em daxwaz ji Hikumeta Sûriyê ya Demkî û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez û bez hemû dîlgirtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc eşkere bikin. Her wiha  em bang li hemû aliyên navdewletî yên aktîf, rêxistinên mirovî û Rêxistina Xaca Sor a Navdewletî dikin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin û zexteke cidî bikin ji bo zanîna cihê van dîlan û misogerkirina silametiya wan a bedenî û derûnî.”

​Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eşkerekirina çarenûsa van lehengan mafekî pîroz ê malbatên wan e. Vegerandina wan bo hembêza dayikên wan daxwaza me ya bingehîn e da ku agirê benda-manê vemirîne û dilê malbatên şehîd û girtiyan şa bike. Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, soza xwe nû dikin ku em ê li pişta doza girtiyên xwe bisekinin heta ku em wan di nav xwe de azad bibînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.