Solîn Mihemed/ Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava di derbarê dîlgirtiyên di destê hikumeta Sûriyê ya demkî de li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û tê de got, “Eşkerekirina çarenûsa dîlgirtiyên leheng mafekî pîroz ê malbatên wan e.”
Di derbarê dîlgirtiyên ku heya niha ji destê hikumeta Sûriyê ya demkî nehatine berdan Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava li pêşiya meclisa xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava û bi navê her dayikeke ku li benda agahiyekê ye ji zaroka xwe û her malbateke ku di rêya rûmeta vê axê de tiştên herî bi qîmet feda kirine, em vê daxuyaniyê pêşkêşî raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên aktîf di qada Sûriyê de dikin. Mijara dîlgirtiyên li gel “Hikumeta Sûriyê ya demkî” ne tenê dosyeyeke siyasî yan jî kaxezeke bazirganiyê ye, lê belê dozeke mirovî û exlaqî ye ku bandorê li wijdanê her malekê li herêmên me dike. Berdewamiya girtina van kesan dûrî malbatên wan û di şert û mercên ku kêmî pîvanên dadperwerî û qanûnên navdewletî ne, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan daxwaza dîlgirtiyan kirin û wiha got: “Em daxwaz ji “Hikumeta Sûriyê ya Demkî” û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez û bez hemû dîl û girtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc eşkere bikin. Em bang li hemû aliyên navdewletî yên aktîf, rêxistinên mirovî û Rêxistina Xaca Sor a Navdewletî dikin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin û zexteke cidî bikin ji bo zanîna cihê van dîlan û misogerkirina silametiya wan a bedenî û derûnî. Eşkerekirina çarenûsa van lehengan mafekî pîroz ê malbatên wan e. Vegerandina wan bo hembêza dayikên wan daxwaza me ya bingehîn e da ku agirê benda-manê vemirîne û dilê malbatên şehîd û girtiyan şa bike.”






