Srêrk Mihemed/Qamişlo
Îro 420 ji malbatên Efrînê li pêşiya Sitatyuma 12’ê Adarê kom bûn û bi 50 basî û 70 enterî berê xwe dan bajarê Hesekê, da ku li Çarxereya Panorama kom bibin û piştre berê xwe bidin Efrînê.
Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Efrînê, gelê Efrînê piştî berxwedaniya 58’ rojan, di sala 2018’an de bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn. Piştî koçberkirina bi darê zorê ji Efrînê, gel bi zehmetî û dûbarekirina koçberiyê ji ber êrişan dîsa re rûbirû man. Lê niha piştî îmzekirina peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de, di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê koma yekem a koberên Efrînê ku ji 420 malbatî pêk dihat, ber bi bajêr ve rê ketin.
Vegera koçberan a biewle
Di çarçoveya peymana 29’Çileyê ya di nevbera QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê de yek ji xalên sereke vegera bi ewle ya koçberan bû. Li gorî vê lihevkirinê amadekarî ji bo vegera koçberên Efrînê li ser cih û warên wan dihat kirin, li ser vê bingehê wê koçber kom bi kom biçin cihên xwe “Bajarê Efrînê”.
Îro li bajarê Qamişlo 420 malbatên koçberên Efrînê ku ji 50 basî û 70 enter pêk tên, li pêşiya Statyuma 12’ê Adarê kom bûn û berê xwe dan bajarê Hesekê û li Çarxereya Panorama kom bibûn, piştre berê xwe dan bajarê Efrînê. Malbatên ku erebeyên wan tune bûn ku kelûpelên xwe bi xwe re bibin, ji bo wan Meclisa Efrînê bas û enter peyda kirin, herwiha Heyva Sor a Kurd jî bi koçberan re birê ket, da ku di rê de rewşeke lezgîn a tenduristiyê derkeve, çareser bike.
Hêjayî gotinê ye ku ev malbat wê li sê navçeyan Cindirêsê, Şiyê û Mabeta ya Efrînê belav bibin. Herwiha di demê pêş de jî wê komên din ji koçberên Efrînê ber bi bajarê Efrînê ve rêkevin.






