Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî û li ser bangawaziya Kongra Star li Hola Qamişlo ya Siporê ya bajarê Qamişlo çalakiyeke ji bo berdana dîlgirtiyan hat lidarxistin.
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Rojavayê Kurditsanê veghurî çalakiyeke ji bo daxwaza berdana dîlgirityan û radestkirina cenazayên şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk. Çalakî li hola sergirtî ya Hola Qamişlo ya Sporê ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di çalaiyên de pankartên li ser nivîsên “Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin”, wêneyên dîlgirtiyan û pankartên ku nivîsên wekî “Em zarokên xwe dixwazin û ez birayê xwe dixwazim” hatin rakirin. Herwiha jinan bi gotina “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin”qîr dikirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre nameya ku Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê ji jinan re şandibû ji hêla Rîhan Temo hat xwendin.
Di çalakiyê de hin axaftin ji hêla şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Dêrik, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Suryanî Semîra Hena û Meclisa Jina Sûrî Muna Yûsif, hatin kirin.
Di destpêka gotinan de roja 8’ê Adarê li hemû jinên şehîdan û daiykên wan herwiha di şexsê hemû pekrawanên jinên azadiyê hat pîrozkirin.
Di gotinan de hat diyar kirin ku gerek sedsala 21’an ya azadî, demokrasî û wekhevî ba, lê veghurî sedesaleke ku hemû bi şer derbas bû. Sedsaleke ku jin ya herî rastî qirkirinê hat, êriş li ser nirx, şoreşa jinê û destkeftiyên şoreşa gelê herêmê ku ev 14 sal bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, tê kirin.
Di gotinan de hate tekezkirin li ser pêwistiya xurtkirina yekîtiya jinan ji her demê zêdetir û wiha hate gotin: “Jinên Sûrî îro li her deverê ji jiyanê re dibêjin em hene tevî hemû tiştî. Îro Sûriyê di pêvajoyeke çarenûsî derbas dibe, jina Sûrî jî ji vê yekê ne dûr e ji ber ku ew hevkara di çêkirina biryarê de ye. Di pêvajoya têkoşîna demdirêj de, jina Sûrî nirxeke giran buha da lê tevî hemû tiştî bi îradeya wê nehat şikestin di heman demê de ji nû ve tekez dike ku hêza gelan di têkoşîna jinan de ye.”
Di dawiya axaftinan hat tekezkirin li ser girîngriya parastina deskeftiyên xwe bikin, xurtkirina kar û xebata bi hev re ji bo avakirina pêşerojeke azad û dadmend ji bo Sûriyê.
Di heman demê de bi navê malbatên dîlgirtiyan daiyka bi navê Cîhan Silêman Mihemed axivî tê de daxwaza berdana zarokên xwe kir herwiha pêswistiya berdewamiya têkoşînê heya berdana hemû dîlgirtiyan.
Çalakî bi daxwaza pêkanîna hevpeymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyê, bi taybet xala girêdayî dîlgirtiyan bi dawî bû.







