Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê 200 xwendekar şehîd bûne û bi hezaran girtî ne

07/03/2026
in NÛÇE
A A
Li Îranê 200 xwendekar şehîd bûne û bi hezaran girtî ne
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Li Îranê ji sedî 45 xwepêşander xwendekarên di bin 20 salî de ne, hejmarek gelek mezin ji xwendekaran hatine girtin û zêdetirî 200 xwendekarî di xwepêşandanan de şehîd bûne.

Xwendekarên amedehî û dibistanan beşek mezin ji beşdarên serhildana girseyî ya Çileya 2026’an li Îranê pêk anîne. Rayedarên rejîmê ragihand ku ev rêje gihîştiye ji sedî 45, û li hin dibistanan tevahiya polê beşdarî serhildanê bûye.

Di vê serhildana girseyî de ciwanên nûgihayî û xwendekar tê de beşdar bûn. Rêjîma Îranê di rêze pêkanînên kiryarên xwe de ev zarok jî hedefgirtin û bûn qurbanî. Niha bi hezaran ji van ciwan û zarokan di girtîgehên Îranê de ne û li gelek ji wan jî biryara darvekirinê hatiye sepandin.

Îro, malbat winda bûne, li nav navendên zilm û zindanan li zarokên xwe digerin, bi hêviya ku agahiyan li ser wan bibînin an jî çend deqeyan ji bo hevdîtinê bi wan re bidest bixin.

Navên zarok û xwendekarên jin ku hatine girtin ev in (Nazanîn Zehra Salehî (13 salî), Mehdiye Abbasî (16 salî), Souda Akramî Fard (16 salî), Anîla Abutalebiyan (8 salî), Tîna Hoseynî (16 salî), Nahal Jafarî (13 salî), Sena Tosunkî (12 salî), Sacîda Kerîmî (17 salî), Setayeş Semedî (16 salî), Faîzê Îzadî (16 salî), Aynaz Rehîmî Hacîabadî (13 salî), Ala Qaşqayî (15 salî), Sedîghe Dabirî Abkinarî (17 salî), Xezal Damarjalî (17 salî), Xezal Damarjalî (17 salî), Brîyan 171 salî pîr), Priya Ahmadi (16 salî), Shiva Bardbar Javid (15 salî), Parnia Khilji (17 salî), Malika Şahmradî (16 salî), Nîûşa Hemîdî (15 salî), Nirvana Ahmadi (15 salî), Bahar Shadmehri (17 salî), Samira Khani (12 salî), Kimia Kamyab (17 salî), Nazanin Esmi Khani (17 salî), Parnian Dabiri Abkinari (16 salî), û Arnika Dabbagh (15 salî), şampiyona avjeniyê ya welêt.

Ev ne tenê nav in; ew xewnên nehatine bicihanîn û pêşerojek dizî ne. Hebûna van keçên wêrek di nav refên xwepêşandanan de îspat kir ku nifşê ciwanan li Îranê veguheriye hêzek hişmend û serhildêr; nifşek ku ji bilî azadî û rûmeta mirovan tiştekî din naxwaze.

Li hin parêzgehan, ji sedî 45’ê xwepêşanderan di bin temenê bîst salî de ne.

Ehsan Amini Rad, berdevkê komîteya perwerdehiyê ya parlementoyê, diyar kir: “Li hin parêzgehan, rapor nîşan didin ku heta sedi 45’ê xwepêşanderan di bin 20 salî de bûn, û li hin dibistanan, tevahiya polê beşdarî nerazîbûnê bûye.” Wî her wiha zêde kir ku rêjeya beşdariya navînî ya ciwanan li seranserê welêt dora sedî 17 bû, ku piraniya wan xwendekarên dibistanê bûn.

Mihemed Hebîbî, endamê Lijneya Koordînasyona Mamosteyan, diyar kir ku hejmara xwendekarên dibistanê yên ku di serhildana Çile de şehîd bûne gihîştiye nêzîkî 200 xwendekaran.

Wezîrê Dadê her wiha qebûl kir ku hejmarek ji girtiyên di bin 18 salî de hîn jî di girtîgehê de ne. Girtina zarok û ciwanên di bin 18 salî de binpêkirineke eşkere ya prensîbên bingehîn ên mafên zarokan û erkên navneteweyî yên Îranê ye.

Raportên îşkence û tecawizê li ser ciwanên girtî

Li gorî raporên hatine weşandin, hin ji xwendekarên dibistanê yên hatine binçavkirin bi tohmetên çêkirî û îtîrafên bi zorê re rû bi rû mane. Di navendên binçavkirinê de, rêbazên îşkenceyê yên tirsnak ji bo derxistina îtîrafan têne bikar anîn. Ji wan rêbazan; şokên elektrîkê li deverên hesas ên laş, lêdanên giran, karanîna kêran, hewildanên fetsandinê bi av û qumaşên şil vedihewîne û gelek rêbazên derveyî pêvanên mirovî yên bikaranîn. Ev rêbaz ne tenê bi bajarekî ve sînordar in, li gelek girtîgehan tê bikaranîn û bi sîsematîk tê kirin.

Li gorî raporekê ku di 16’ê Sibata 2026’an de hatiye weşandin, du xwişk (15 û 17 salî) piştî ku li navendên tepeserkirinê rastî tecawiz û îşkenceyê hatine, şehîd bûne û bavê wan li Xevaranê ya Tehranê hatiye girtin.

Rewşa dibistanên Îranê piştî serhildana gel

Piştî serhildana Çileya 2026’an, dibistan rastî tundtirkirina polîtîkayên ewlehiyê tên. Raport nîşan didin ku ketina ajanên îstîxbaratê bi cilên sivîl nav dibistanan li seranserê welêt bûye sedema berfirehbûna atmosfereke ewlehiyê, û hewldanên berdewam hene ku di navbera mamoste û xwendekaran de bêbaweriyê çêbike.

Ciwanên di vê jîngehê de hestek bêewlehiyê û çavdêriya domdar jiyane. Ev polîtîka ne tenê mafê perwerdehiyek ewle binpê dikin, lê di heman demê de şopên psîkolojîk li ser nifşê ciwanan dihêle.

Zarok û tewanên darvekirinê

Bi kêmanî 30 xwepêşander ku heşt ji wan zarok in, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. 22 kesên din ku du ji wan 17 salî ne, di bin xetereya cezayê darvekirinê de ne. Doz li ser îtîrafên ku di bin îşkenceyê de, hatine girtin û mafê hilbijartina parêzer ji bersûcan re hatiye bêparkirin.

Di 20’ê Sibata 2026’an de, pisporên Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek weşandin û daxwaz kirin ku rêjîma Îranê çarenûs û cihê kesên ku ji serhildana giştî ve hatine girtin, bi zorê winda bûne, an jî cihê wan nayê zanîn eşkere bike. Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku pêwîst e tavilê biryar û cîbicîkirina cezayên darvekriinê yên têkildarî xwepêşandanan were rawestandin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga rawestandina tavilê ya darvekirina xwepêşanderên Çileya 2026’an dike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 20’ê Sibata 2026’an de daxuyaniyek “çalakiya lezgîn” weşand û daxwaza rawestandina darvekirina xwepêşanderên ku di serhildana Çileya 2026’an de hatine girtin kir.

Li gorî rêxistinê, “Zarok û ciwan kategoriya sereke ya kesên ku piştî serhildana Çile bûne qurbaniyên makîneya tepeserkirina rejîma melayan pêk tînin. Mafê nûnertiya hiqûqî ya bi bandor ji wan re tê bêparkirin, rastî îşkence û muameleyên xerab tên, û ji bo ku bi zorê îtîrafên ji wan werin derxistin, bi zorê tên girtin.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî bawer dike ku hejmara rastîn a kesên ku bi darvekirinê re rû bi rû ne ji ya ku bi fermî hatiye ragihandin pir zêdetir e. Rêxistinê banga çalakiyek navneteweyî ya hevrêz kiriye da ku zextê li rayedarên Îranê bikin û darizandinên ku ji bo lezandina darvekirinan têne bikar anîn rawestînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.