Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Rêjîma Îranê girtina rojnamevanan bêguneh kiriye”

07/03/2026
in NÛÇE
A A
“Rêjîma Îranê girtina rojnamevanan bêguneh kiriye”
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rojnemevan Avan karim diyar kir ku Rêjîma Îranê Rojnemevanên ku dibin dengê gel û rastiya ji raya gîştî re radighînin tên binçavkirin û wiha got: “Siyaseta înkarkirina rastiyê yek ji aliyên kirêt ên rejîma zordar e.”

Di 28’ê kanûna 2025’an de li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan hatin destpêkirin. Bi sed hezaran ji gelê Rojhilat Kurdistanê û Îranê tevlî vê xwepêşandanê bûn, lê di encana vê xwepêşandanê de bi hezaran xwepêşandar ji aliyê rêjîma Îranê ve hetin qetilkirin û binçavkirin. Herwiha Rojnemevanên ku dibin dengê êşa gel û rastiyê parvedikin ji aliyê rêjîma Îranê va tên hedefgirtin û binçavkirin.

Di vê çarçoveyê de Rojnemevan Avan karim ji Rojnameya me re axivî.

‘‘sîstema birçîkirina gelê Îranê’’

Avan karim da zanîn ku li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirin û wiha got: “Xwepêşandan ji aliyê gel ve li dijî rejîma zordar a Îranê û sîstema birçîkirina gelê Îranê bûn. Ji aliyekî din ve, sîstema kapîtalîst a navneteweyî bi serokatiya DYA û hevalbendên wê yên ku bêdeng man. Welatên ku cîranên Îranê ne bi awayekî tevlî şerên derve û nakokiyên navxweyî bûn û bi pirsgirêkên xwe ve mijûl bûn. Bi gelemperî welatên Ereb tevlî hevpeymaniya DYA-Îsraîlê bûbûn û bêyî şêwirîna hevpeymaniyê nikaribûn mudaxeleyî rewşa Îranê bikin herwiha di vê encamê de bi hezaran ji gelê Îranê di qetilkirinê re derbas bûn.”

‘‘Hedefgirtina rojnemevan û çalakvanan’’

Avan karim destnîşan kir ku rojnemevanên ku rastiyê radighînin tên hedefgirtin û wiha pê de çû: “Bi gelemperî li Rojhilata Navîn, rojnamevanên azad û rast hertim rastî êrîşan tên, ji ber ku rojnamevanên azad rastiyê ji cîhanê re eşkere dikin û rastiyê radigihînin ji ber wê rastî êrîşan tên. Bi awayê herî xirab tên girtin,  îşkencekirin û heta birine rêya mirinê. Nimûneya Vorisha Moradi û gelek çalakvanên din di zindanên Îranê de nîşan dide ku Îran ji bo rojnamevan û çalakvanên têkoşîna azadiyê welatekî xeternak e. Dewleta Îranê her tim rojnamevan û çalakvanan hedef girtiye di heman demê de xwe ji girtina rojnamevanên azad bêguneh kiriye, ev siyaseteke kirêt a dewletê ye. Siyaseta înkarkirina rastiyê yek ji aliyên kirêt ên rejîma zordar e. Çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên civaka sivîl ji vê xetereyê bêpar nînin, ji ber ku rejîma Îranê, mafên mirovan bi xwe diyar dikin û nikarin ji wê wêdetir behsa azadiyê bikin.”

‘‘Bêyî jinan azadî nayê bidestxistin’’

Rojnemevan Avan karim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rastiyê de sîstema dewleta Îranê li dijî azadiya jinan e û qet nahêle jin li Îranê çawa dixwazin bijîn. Ji ber vê yekê, girtin û windakirina rojnamevanên jin li Îranê beşek ji vê siyasetê ye ku bi awayê herî xirab li Îranê hatine tespîtkirin. Kuştina Jîna Emînî jî mînaka herî mezine, ku mafê kuştin û jiyana jinê di destê rêjimê de ye, lê berteke her tiştî heye nimûneya herî mezin jî serhildana Jin Jiyan Azadî bû. Jin girêka sereke ya her civakê ne û bêyî jinan azadî nayê bidestxistin. Wekî ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Azadiya civakê nayê bidestxistin heya ku azadiya jinan neyê bidestxistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.