Solîn Mihemed/ Qamişlo
Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin” li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Bi boneya roja 8’ê Adarê Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin” li pêşiya dibistana xwe ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roja 8’ê Adarê qîrîna jinên pêşeng a li dijî kedxwariyê ye. Ew rojek e ku bi saya fedkariya we, ji roja daxwaza mafan veguherî roja bidestxistina mafan. Em wek Yekîtiya Mamosteyan, di vê rojê de peymana xwe ya bi nirxên dadwerî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê nû dikin. Em silavê li têkoşîna jinên cîhanê hemûyan û bi taybet jinên Sûriyê dikin; yên ku tevî cudakarî, tundî, dûrxistin û bandorên şer, feqîrî û koçberiyê wekî hevparên tam di avakirina civakê û parastina aştiya navxweyî de cih girtin. Em îro silavê li rihê wê jina ku ji bo rûmeta civaka xwe tu carî di dayîna tiştên herî buha de dudilî nekiriye, dikin. Jinan di her qadan de hebûna xwe ya çalak îsbat kirine. Di serî de perwerde, tenduristî, aborî, ragihandin, xebatên sivîl û destpêşxeriya civakî de. Tevî vê yekê jî, jin hîn jî bi cudahiya di fersend, mûçe û nûnertiyê û bi astengiyên qanûnî û civakî re rûbirû ne ku beşdariya wan a tam sînordar dikin; ev zehmetî di salên krîza Sûriyê de du qat bûn.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Yekîtiya Mamosteyan tekez dikin ku hêzkirina jinê ji dibistanê dest pê dike; ji mafê jinan e perwerdeya ewle û wekhev, ji mofredatên ku nirxên wekheviyê û redkirina tundî û cudakariyê diçînin û ji parastina xwendekaran ji mijara terkirina dibistanê û zewaca bi temen biçûk dest pê dike. Herwiha em keda qehreman ya mamosteyên jin ên ku di bin şert û mercên dijwar de pêvajoya perwerdeyê domandin, bilind dinirxînin û daxwaza parastina mafên wan ên pîşeyî, dabînkirina jîngeheke kar a birûmet û beşdarbûna wan di biryardanê de dikin. Di heman demê de, em nikarin li hemberî binpêkirinên giran ên li dijî jinan bêdeng bimînin, bi taybetî yên ku li dijî şervanên me yên qehreman hatine kirin. Şêwazên mîna bêrûmetkirina cenazeyan, reşkirina bi zanebûn û jêkirina porê şervanan bi mebesta şikandina vîna jinê û tirsandina civakê, kiryarên ku em bi tundî şermezar dikin. Em daxwaza darizandina kujeran û parastina rûmeta mirovan (çi sax bin çi mirî) dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê wiha anî ziman: Daxwaza çespandina mafên jinan bi awayekî zelal di destûra Sûriyeyê de kirin ew jî ev in; “Wekheviya tam di navbera jin û mêran de û krîmînalîzekirina cudakariya li ser bingeha zayendî. Têkoşîna li dijî her cûre tundiya li ser jinê bi rêya qanûnên tund û mekanîzmayên parastinê. Nûnertiya dadperwer û çalak a jinan di saziyên dewletê, meclîsên hilbijartî û biryardanê de. Garantiya mafên aborî û civakî, wekheviya fersendan, mûçe û parastina li ser kar. Naskirina pir rengiya neteweyî û çandî, û dabînkirina mafên jina Kurd wekî hemwelatiyek xwedî mafên tam.”






