Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gefên li ser Şengalê berdewamiya Komploya Navneteweyî ye

03/03/2026
in NÛÇE
A A
Gefên li ser Şengalê berdewamiya Komploya Navneteweyî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Tirkiyê di Sûriye de bi piştgiriya komên çete û HTŞ`ê, şertên guherîna rejîmê amade kir. Piştre jî ber bi siyaseteke ku armanca wê têkbirina destkeftiyên Kurdan bû. Niha jî tê gotin ku dixwaze heman rêbaz û modelê li Îraqê jî bi kar bîne.

Êzidî ku yek ji civakên herî kevnar ên Rojhilata Navîn in, careke din bi tehdîdeke hebûnî re rû bi rû ne. Tehdîdên eşkere yên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ên li dijî Şengalê, operasyonên berhevkirina çekan yên ku artêşa Iraqê li herêmê da destpê kirin û avakirina bingehên leşkerî yên nû, şert û mercên beriya jenosîda ku DAIŞ‘ê di sala 2014’an de pêkanî yek bi yek bi bîr tîne. Çarenûsa gelekî ku 73 ferman jiyaye, di bin siya hevsengiyên hêzên herêmî û navdewletî de careke din ber bi nediyariyê ve tê kişandin. Ev analîz, pêşketinên rojane yên li Şengalê di çarçoveya dîrokî, siyasî û jeostratejîk de dinirxîne û armanc dike ku asta tehdîdên li hember gelê Êzidî eşkere bike.

Çima Şengal?

Erdnîgariya Şengalê, li xala hevgirtineke krîtîk a ku Iraq, Sûriye û Başûrê Kurdistanê bi hev ve girêdide cih digire. Ev pozîsyona jeostratejîk, herêmê datîne navenda nakokiyên berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî.

Ji bo Tirkiyê Şengal rola pişta paşîn a Rojavayê Kurdistanê dilîze. Enqere bi destwerdana Şengalê armanc dike ku Rojava dordor bike, destkeftiyên Kurdan tasfiye bike û li ser xeta Mûsil-Kerkûkê xwediyê gotinê bibe. Di heman demê de dixwaze li ser xeta ku diçe Deyrazorê pozîsyoneke stratejîk bi dest bixe. Tirkiyeyê bi derewên PKK’ê li ser axa Iraqê bi dehan bargehên leşkerî ava kiriye û hebûna xwe ya li herêmê didomîne. Lê belê piştî pêvajoya aştiyê windakirina vê derewê, bi awayekî eşkere dike ku niyeta rastîn a Enqarayê dagirkirina herêmê û afirandina kaosê ye.

Herwiha Şengal ji bo Îranê halqeyeke krîtîk a korîdora Şîa ye ku ji Tehranê heya Derya Spî dirêj dibe. Îran ku bi riya hêzên Haşdî Şabî li herêmê cih digire, Şengalê ji bo ewlehiya vê korîdorê neçar dibîne. Amerîka û hêzên Rojavayî jî li herêmê siyaseteke hevsengiyê ya li gorî berjewendiyên xwe dişopînin. Dema ku zext li ser Iranê tê zêdekirin, pozîsyona stratejîk a Tirkiyê ya wek hevalbendê NATOyê tê parastin; di vê hevkêşanê de çarenûsa Êzidiyan pir caran ji rojevê derdikeve. Li navenda van hemû hesaban gelekî zindî heye: Êzidî. Civakek ku bi hezaran sal li van erdê heye, bawerî û çanda xwe diparêze û jiyana xwe didomîne, li ser textereşa jeopolîtîk a hêzên herêmî wek piyonê tê bikaranîn.

Ferman

Li ser civaka Êzidî heta niha 73 ferman ên tên zanîn pêkhatine, herwiha bi dehan fermanên din jî hene kes ne hejmara kesên hatine qetilkirin, sûrginkirin û windakirin ne jî dîroka wê dizane. Êzidî êrişên qirkirinê bi gotina “ferman”ê pênase dikin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh a tê zanîn, di sala 906’an de dest pê kir.

Fermanên ku li ser civaka Êzîdî hat meşandin;

51 ferman di dema paşayên Osmaniyan de li ser civaka Êzidî hatiye kirin, di van fermanan de Ereb û Kurdên herêmê yên Misilman jî cihê xwe di van qirkirinan de girtine.

– Di sala 906`an de Waliyê Mûsilê Hamadanî, ji ber ku Îslamiyet qebûl nekirin komkujî kir.

– Di sala 1246`an komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate kirin.

– Di sedsala 16`an, bi fetwa Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sûltan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li Êzidiyan hate kirin.

– Di sala 1638`an, Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

– Di sala 1650`î, bi fermana Mûrad ê 4. Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li Êzidiyan da kirin.

– Di sala 1715`an Waliyê Bexdayê Hasan Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

– Di sala 1733`an Waliyê Bexdayê Ahmed Paşa li Şêxanê Êzidî da kuştin.

– di sala 1752`an Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

– Di salên 1732-33`an Nadîr Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li Êzidiyan da kirin.

– Di sala 1733`an komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.

– Di sala 1735`an bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxiyê hate kirin.

– Di sala 1742`an, Alî Takî Han ê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Saldûzê da kirin.

– Di sala 1743`an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.

– Di sala 1743`an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.

– Di sala 1787`an Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.

– Di sala 1798`an Alîkarê Waliyê Bexdayê Abdulazîz bîn Abdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.

– Navbera aslên 1753-1800`î bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrîşên mezin ên li Şengal, Şêxan û Mûsilê)

– Di sala Sala 1809`an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.

– Di sala 1824`an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Alî Paşa li Şengalê li Êzidiyan da kirin.

– Di Salên navbera 1832-1834`an komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.

– Di sala 1835`an Waliyê Mûsilê Mûhammed înce Bayraktar li Şengalê komkujî da kirin.

– Di sala 1836`an Reşîd Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

– Di sala 1837`an Hafiz Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

– Di sala 1844`an komkujiya li Êzidiyên li Botanê hate kirin.

– Di sala 1892`an di encama polîtîkaya Abdulhamît ê 2. de ku bi zorê hewl dida Êzidiyan bike Misilman, komkujî hatin kirin.

– Qirkirineke din a ku di dema nêz de li Kurdên Êzidî hate kirin, di sala 2007’an de bû.

-14’ê Tebaxa 2007’an bi 4 wesayitên bombebarkirî êrîş li gundên siba şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê hatin kirin. Di encamê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê komkujiyê ti lêpirsîn nehate kirin. Hat ragihandin, ku komkujî ji aliyê rêxistineke çete yha bi navê Ensar El Sune ya ser bi El Qaîdeyê ve hatiye kirin, ku wê demê hewl dida reh berde nava Başûrê Kurdistanê.

Lê belê gelek agahî derketin holê, ku li gorî van agahiyan çeteyê Eniya Tikrmen a Iraqê (ITC) jî di nava êrişê de cih girtiye ku ITC ji aliyê îstîxbarata Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Fermana dawî ya herî mezin di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Êzidiyan rabû. Kurdên Êzidî bi giranî li navçeya Şêxan a Dihokê, navçeya Şengal a Mûsilê û gundên van navçeyan dijîn. Sala 1975’an ji aliyê rejîma Baasê ve neçarî koçberî û sirgûnê hatin hiştin. Êzidî ji ber fermana her tim xwe li çiyayê Şengalê girtin. Êzidî sala 1975’an bi zorê ji gundên çiyê hatin daxistin û li gundên Xanesor, Til Izêr, Sinûnê, Siba Şêx Xidir, Koço û Dugurê, li 15 gundên quntara çiyê hatin bicihkirin.

Fermana herî mezin a dawî jî di sala 2014’an de li Êzidiyan rabû. Ev baweriya qedîm a Mezopotamyayê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bû hedefa çeteyên DAÎŞ’ê.

Dema fermana 73’an

Li gorî çavkaniyên xwecihî di dema êrişê de yanî sala 2014’an, 500 hezar mirovî ji Şengalê koç kirine. Li gorî hejmara fermî 360 hezar kes tê îfadekirin. Di roja me ya îro de jî 250 hezar Êzidî, ji derveyî warên xwe li cihên cuda yên Iraqê, Tirkiye, Sûriye û beşek wan jî mehkûmî jiyana li Ewropa hate kirin.

Ne pêkan e ku hejmara mirovên ku di wê demê de jiyana xwe ji dest dane bê zanîn. Lê dîsa li gorî hejmarên fermî ku cenazeyên hatine tezbîtkirin derdorî 1500 re ne. Lê li gorî lêkolînên hatine kirin, tê texmînkirin ku 5 hezar kes di vê êrîşê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibin qetilkirin. Li gorî gotinên xelkê herêmê heta niha 87 gorên komî hatine tezbîtkirin, heta niha 36 hatine vekirin.

Tê zanîn ku di wê demê de 7 hezar jin û zarokên Êzidî hatine revandin. Ev ên hatine revandin jî di nav de, tê texmînkirin ku 10 hezar Şengalî hatine revandin. Jin weke amûra cinsî li bazaran hatine firotin, kiryarên der mirovî li ser wan hatine kirin. Her wiha DAÎŞ’ê jin û zarokên revandî bi darê zorê baweriya wan dane guherîn. Zarok piştî hatin ‘misilmankirin’ û şûnde di şerê xwe yê tarî de weke şervan bikar anîne. Navendên baweriya Êzidî hatine îmhakirin.

Peymana şengalê û gefa êrişên nû

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ên hefteya borî, xwezayeke hevsengiyan li Şengalê ji bingehê dihejîne. Fidan got: “Piştî Sûriyê dor Iraqê ye. Divê hikumeta Iraqê ji ezmûnên Sûriyê sûd werbigire. Divê li ser hemû axa xwe desthilatdariya xwe deyne. Divê Iraqê biparêze. Piştî Sûriyeyê dor Iraqê ye û em jî diçin wir.” Bi vê yekê Fidan bi awayekî eşkere niyetên Enkarayê yên li ser Iraqê û bi taybetî li ser Şengalê danî ber çavan.

Ev peyv ji eşyariyeke dîplomatîk a asayî pir wêdetir wateyê digirin. Referansa ku Fidan dide “ezmûna Sûriyê”, hewildana meşrûkirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wêrankariya ku van operasyonan afirandiye ye. Tirkiyeya ku li Sûriyê bi riya HTŞ û komên din ên çete zevî ji guherîna rejîmê re amade kir û dûv re jî ber bi tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan ve meyl kir, niha dixwaze heman modelê li Iraqê bi kar bîne.

Tehdîdên Fidan ne tenê Şengalê, serweriya Iraqê jî rasterast dike hedef. Ew ku wezîrê derve yê welatekî endamê NATOyê bi vî awayî eşkere banga destwerdana nav karên hundirîn ên welatekî cîran bike, wateya binpêkirina prensîbên herî bingehîn ên hiqûqa navdewletî digire. Lê belê ew ku ev binpêkirin ji hêla civaka navdewletî ve bi bêdengî tê pêşwazîkirin, yek ji faktorên herî girîng e ku bêbaweriya Êzidîyan û gelên herêmê kûrtir dike.

Şengal berxwedanê dike û berxwedan, hebûn bixwe ye

Tiştên ku li Şengalê diqewimin, nîşan didin ku gel di sînorê herî krîtîk ê têkoşîna hebûnê de ye. Tehdîdên Tirkiyeyê, gavên leşkerî yên Iraqê, bêdengiya civaka navdewletî û bêhesiyariya HHKê, di meylê de ne ku careke din gelê Êzidî bi tenê bihêlin.

Lê belê ji 2014an vir de pir tişt guherîne. Gelê Êzidî êdî organîze ye, xwediyê hêzên xweparastinê ye, îradeya xwe ya siyasî ava kiriye. Avahiyên demokratîk ên ku ji komûnan heya meclîsan dirêj dibin, vegotina somut a mafê gelê xwe yê destnîşankirina çarenûsa xwe ye. Parastina van destkeftiyan, ne tenê ji bo Êzidîyan, lê ji bo hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn çavkaniyeke hêviyê ye.

Çareseriya rastîn ji bo gelekî, ew e ku bi bedel û êşên xwe şîn kiriye û pêş xistiye. Li Şengalê jiyan û berxwedanê bixwe çareserî ji berê ve somut kirine: bi hêzên xweparastinê, bi rastiya xwerêvebirinê, bi aboriya ku hewl dide bi serê xwe bes be û bi îradeya polîtîk-exlaqî ya ku şekil digire. Eger hêzên herêmî û navdewletî dixwazin tevkariya vê çareseriyê bikin, derî vekirî ye. Lê eger bê xwestin ku ne ji çareseriyê re, lê ji êşên nû re derî bê vekirin, bersiva wê yek e: Berxwedan.

Şengal berxwedanê dike û berxwedan, hebûn bi xwe ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.