Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vegera gelê Efrînê di nîqaşê de ye û hê tu encamên dawiyê nehatine dayên

01/03/2026
in NÛÇE
A A
Vegera gelê Efrînê di nîqaşê de ye û hê tu encamên dawiyê nehatine dayên
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Vegera bi ewle ya gelê Efînê bo cih û warên xwe li herêma Efrînê ji demekê ve tê gotûbêjkirin û di vê derbarê de bi hemdemiya entegrasyonê û peymana 29’ê Çile re yek ji encaman ku koçberên Efrînê vegerin warê xwe. Lê hêjayî gotinê ye ku heyanî niha hê encameke zelal nehatiye derketin.

Gelê Efrînê ku di sala 2018’an de di encama dagirkirina dagirkeriya Tirkiyê ji EFrînê re bi darê zorê koçber bû, di pêla koçberiyê de yak u 8 sal li pey xwe hêştine, di destpêkê de li herêma Şehbayê 7 salan bi cih bûn û di encama hatina HTŞ’ê anku hikumeta demkî ya Sûriyê careke din di 2024’an de koçber bûn û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li ser derbasbûna 8 salan ji koçberiyê re, êdî nîqaşa vegera gelê Efrînê bo warê wan tê kirin. Ev yek jî di encama guhertinên vê dawiyê de hatine rûdan û bi taybet bi modela entegrasyon û lihevkirina 29’ê Çile re pêş ket ku yek ji xalên li ser hatiye lihevkirin vegera koçberan e. Gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi vegera bi ewle û rûmet vegerin herêmên xwe.

Ev mijar bi taybet ji aliyê Meclis û gelê Efrînê yê li Bajarê Qamişlo ku temsîliyeta hemû gelê Efrînê dike û bi aliyên têkildar re tê nîqaşkirin û şêwayê vegerê tê organîzekirin. Helbet heyanî niha ev mijar gelek di nava gel de hat nîqaşkirin û gavên destpêkê yên amadekariyê hatin avêtin, lê belê ji bo misogerkirina mafê gel li wê derê û gihandina bi ewle bo Efrînê hê biryarên dawiyê nehatine dayîn.

Li gorî Meclisa Efrînê ji Rojnameya me re daye xuyakirin ev xal hatin eşkerekirin.

Me komîteyên taybet ji bo berhevkirina daneyan ji kesên koçber ên ku dixwazin vegerin ava kirine.

Pêvajoya vegerê ya heyî gelê sê navçeyên li Efrîn Mabata, Şiye û Cindirêsê hedef digire.

Qonaxa yekem vegera 400 malbatên koçber bo Efrîn vedihewîne.

Qonaxa serjimêriyê qediya ye, û em niha li ser organîzekirina pêvajoya veguhastinê dixebitin.

Ji bo gihîştina qonaxa çûyîna karwanê bo Efrîn, hevrêzî bi UNHCR re berdewam dike.

Me gelek mijarên derbarê parastin û misogerkirina mafên gel de bi komîsyonê re nîqaş kirin.

Armanc ew e ku sivîl ji her cûre kiryar an jî êrişên komên çekdar bên parastin.

Me daxwaz kir ku piştî vegera gel milkê wan were vegerandin.

Careke din meclisê tekez kir ku pêvajoya vegerandina gel ji bo Efrînê hê di nava nîqaşê de ye û tu dîrokên fermî yên vegerê nehatine eşkerekirin heyanî ku hemû xal bi temamî tên zelalkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.