Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gefên li İraqê û amadekariyên leşkerî yên li derdora Şengalê

28/02/2026
in NÛÇE
A A
Gefên li İraqê û amadekariyên leşkerî yên li derdora Şengalê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Piştî şerê Rojavayê Kurdistanê xuyaye dixwazin berê xwe bidin Îraqê û bi taybet gelê Kurd, Hakan Fîdan got: “Piştî Sûriye dora Iraqê tê”. Di van demên dawiyê de zelale ku dixwazin fermanekî nû li ser Civaka Êzidî li Şengalê rakin ku hikumeta İraqê derdora Şengalê amadekariyên xwe yên leşkerî dike.

Piştî êrişa DAIŞ’ê li ser bajarê Mûsilê di 10’ê Hezîrana 2014’an de, DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest bi êrişa li ser bajarê Şengalê kirin. Şengal ne ku cara yekê ye rastî êrişa nijadperestiyê tê ku di dîroka xwe de civaka Êzidî di hewildanîn qirkirin û fermanan de, nas kirî ye. Dema di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin ne hikumeta Iraqê ne jî PDK’ê karî Şengalê biparêze. Li hember êrişên ku li ser Şengalê hatine kirin, hemû gelê Îraqê, PDK’ê û partiyên din yên Kurdistanê tu destwerdaneke leşkerî nekirin. Di rûbirûna Civaka Êzidî bi qirkirinê re; civaka navnetewî û navxweyî bê deng ma.

Tevgera Azadiya Kurdistan, YPG’ê, YPJ’ê û YPŞ’ê Şengal ji fermanê xilas kirin. Ev yek tu kes û tu hêz nikarin înkar bikin ku di wir de tenê van hêzan karî DAIŞ têk bibira, û di encama ewqas windahî, kuştin û revandinan de, Şengal neket destê DAIŞ’ê û Rêveberiya xwe ya xweser avakirin.

Me zanî ku Şengal û Civaka Êzdî ji ber ol û baweriya xwe ji aliyê DAIŞ ya ku bi zihniyeta xwe tu ol û bawerî derveyî Îslama tund qebul nake. Dîroka wan ya ku bi hezaran ji jin û zarokên Êzîdî girtine û li Reqayê firotine wê neyê jibîrkirin. Ji bo DAIŞ civaka Êzdî bi her awayî qirkirina wan ferz e û divê tune bibin. Heyanî niha ji kiryarên ku li ser civaka Êzdî hatine kirin îsbat bûne, ne nîvê rastiya ku hatiye jiyankirine. Heyanî niha jî Gorên Komî yên Êzdiyan tê keşifkirin, jinên ku hatine kirîn û firotin hê neghêştine malbatên xwe û bi dehan bûyerên bi êş hene.

Piştî şerê Rojavayê Kurdistanê xuyaya ku hêzên navneteweyê û navxweyî berê xwe bidin Îraqê û DAIŞ di wir de nû nû vejîn bikin. Ev yek jî di gefên ji bo Kerkuk, Mexmûr û Şengalê hatin kirin de tê xuyakirin.

Daxwazên gurbûna Tirkiyê ji bo şerê li dijî Şengalê  

Bi taybet di van geşedanan de em rola Tirkiyê ya çalak di her derê de dibînin, rase rast Tirkiyê bûye wele mînaka ‘tu kîjan kevirî li Sûriyê û Îraqê rake tuyê di bin de bibînî’ wisa lê hatiye ku ji bo van alozî, kirîz û tevlîheviyan ji sînorên xwe dur bixîne, destwerdana xwe li her derê kiriye. Bi taybet di mijara gelê Kurd de Tiriyê dijminê yekemîne, mijara Şengalê jî ji vê yekê ne dure ku dixwaze van êrişan li ser Şengalê gur bike ji ber ku Kurd in û Êzidî ne.

Di nivîseke Ajansa Rojnewsê de girêdayê rola Îraqê li ser van geşedanan wiha hatibû ser ziman.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di hefteya borî de rast rast perde li ser pilaneke tirsnak ya li dijî Şengalê rakir. Hakan Fîdan got: “Piştî Sûriye dora Iraqê tê. Divê Hikumeta Iraqê sûdê ji ezmûnên Sûriye werbigirie. Desthilata xwe li ser temamê xaka xwe ferz bike. Iraqê biparêze. Piştî Sûriye niha dora Iraqê ye û em diçîn wir jî.”

Ya balkêş piştî van gefên Hakan Fîdan ji rayedarên Iraqê gelek nerazîbûn hatin, lê ev nerazîbûn weke tê dîtin ne bi niyetek baş tê kirin. Ji ber di rojên dawî de Artêşa Iraqê li Şengalê bi rê û rêbazên cûda ketiye nava hewldanên xeternak.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê piştî gefa Hakan Fîdan, balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwendibû wezaretê û hate gotin; “Meseleya Şengal û hemû deverên din ên Iraqê meseleyeke neteweyî ye û em hemû destwerdana biyanî red dikin.”

Lê tevî ji Iraqê gelek nerazîbûn hatin, di hefteya borî de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabat Ebasî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê civiyan. Di civînê de çi hat nîqaşkirin, nehate zanîn, lê tê gotin rojeva sereke Şengal bû.

Piştî Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji Enqereyê vegeriya, Artêşa Iraqê li Şengalê kete nava liv û tevgerê. Di rojên dawî de li Şengalê liv û tevgerek leşkerî tê dîtin, Artêşa Iraqê bi rê û rêbazên cûda hêdî hêdî hewl dide dest dane ser Şengalê û Rêveberiya Xweser ya liwir tine bike. Herwiha dixwaze bê parastin bihêle.

Iraq gefên Hakan Fîdan dixe meriyetê

Di demek ku gefên DAIŞ’ê û komên çete li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûye de artêşa Iraqê li Şengalê dest bi bêçekkirina welatiyên Êzidî kiriye ku ji bo parastina xwe hildigirin. Hate zanîn ku li seranserê Şengalê leşkerên Iraqê dest bi komkirina çekên welatiyan kir ku ji bo parastina xwe li gel xwe radikin.

Iraq cihên nû çêdike

Tê gotin Artêşa Iraqê bê ku hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê bi kepçe û dozeran berê xwe daye seytereya Şehîd Gênco ya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê, da ku noqteyeke leşkeri ya nû ava bike.

Seytereya Şehîd Gênco ya ser bi Asayîşa Êzidxanê ji 2017’an ve hatiye danîn û ev demeke dirêje bi awayeke hevbeş ji aliyê Asayîşa Êzidxanê û Polîsên Federal ve tê rêvebirin ku heya niha ti pirsgirêk jî rûnedane.

kiryarên dawî metirstiya pêkanîna êrişan zêde dike

Bi van kiryarên dawî, derdikeve holê ku li ser Şengalê niha xeteriyek mezin heye. Li gorî gefên Hakan Fîdan û liv û tevgera Artêşa Iraqê ya li Şengalê, dewleta Tirk li ser Şengalê bi Iraqê re lihevkiriye. Tevî Iraqê nerazîbûn nîşan dide jî, lê ev yek êdî bi zelalî tê dîtin ku wê dewleta Tirk bi destê Iraqê destwerdanek li Şengalê bike.

Niha Şengal dibin metirsiyek cidî deye, lewma di demek ku Amerîka xwe amade dike li Îranê bide, dibe ku di wan deman de dewleta Tirk jî destwerdanê li Şengalê bike. Lewma niha pêwîstiya Şengalê bi piştgiriyek mezin heye. Lê tevî metirsiyan jî, heya niha deng ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û rayedarên Herêmê derneketiye. Ev jî gelek balkêşe, lewma pirsa gelo senaryoya di sala 2014’an de carek din dubare dibe, dikeve serê her kesî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.