Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Maf di destura Sûriyê de bê teqezkirin û rola YPJ’ê bê qebûlkirin

26/02/2026
in NÛÇE
A A
Maf di destura Sûriyê de bê teqezkirin û rola YPJ’ê bê qebûlkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Îlham Ehemed li Parlamonetoya Ewropayê axivî û diyar kir ku divê mafê Kurdan di Destura Bingehîn ya Sûriyê de teqez be. Femandara YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha got: “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêkhat. Divê mafê jinan bê parastin, rola YPJ’ê bê qebûlkirin.’

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ku di muzakereya bi Şamê re tê meşandin de cih digrin, li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Endama S&D’yî ya Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr pêşengî ji bo civînê kir. Axaftina ewil endama PE’yê Daniel Attard kir. Attard piştevaniya xwe ji bo Kurdan diyar kir û wiha got, “Me beriya hefteyekî li Parlamentoya Ewropayê biryarek girt. PEyê bi dengekî xurt piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kir.”

Evîn Încîr diyar kir ku PE’yê dixwaze ku alîkariyên bi Şamê re girêdayî şertan be û mafên Kurdan were naskirin û wiha got, “Yekîtiya Ewropayê deyndarê Kurdan e, nikare wan biterikîne.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew piştgiriya bi Kurdan û Rojava re wekî piştgiriya demokrasî û aştiyê dinirxînin.

Îlham Ehmed got: “Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina Sûriyeyekî nû wekî piştgiriyê dibînin.Kurd û tifaqên wan li dijî DAIŞ’ê têkoşiyane û mirovahî ji xeteriyeke mezin rizgar kirine. Li hemberî van hewldanan, divê piştgirî daban ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hatiba mîsogerkirin. Êrîş li dijî Kurdan çêbû û ev êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Pergalek demokratîk heye ku mafên jinan mîsoger dike. Ev êrîş li dijî vê pergalê bû.”

Şer dewam dike

Îlham Ehmed peymana ku di 29’ê Çileyê de bi Şamê re hate îmzekirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser entegrasyina û agirbestê bû. Têkildarî vê peymanê hîn gelek gav hene ku nehatine avêtin. Di nava dewletê de, derbarê entegrasyona leşkerî, ewlehî û saziyên sivîl gav têne avêtin. Lê hîna jî kêmanî hene û nîqaş têne kirin. Lê gotina ku dikare rê li ber şer veke, dewam dike. Gotinên hêzên ku rasterast girêdayî hikûmetê ne, derbarê vê yekê de hene. Ji bo pêvçûn di navbera Kurd û Ereban de derkevin, hewldanên hem hundir hem jî hêzên herêmî hene.”

Divê mafên Kurdan bi destûrî bên misogerkirin

Îlham Ehmed wiha vegot: “Em gavên ku heta niha hatine avêtin erênî dibînin, lê ji bo ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de were mîsogerkirin û li ser komîsyona destûra bingehîn ku Kurd di nav de cih bigrin, gav nehatine avêtin. Nûnertiya Kurdan a di saziyên dewletê de hîna pêk nehatiye. Tevlîbûna Kurdan di pêvajoyên biryarê û avakirina Sûriyeya nû de girîng e.Her wiha ji bo ku mafên jinan hem di destûra bingehîn û hem jî saziyên dewletê de werin naskirin, hîna kêmasî hene.”

Divê garantorên pêvajoyê hebin

Îlham Ehmed bal kişand ser xeteriya DAÎŞ’ê û destnîşan kir ku DYA’yê hê Sûriyeya nû nehatiye avakirin, biryara vekişîne girtiye û wiha got, “Di mijara çawa meşandina vê pêvajoyê de, hîna mîsogerî tune ne. Em jî dixwazin di vê civînê de dengê xwe bidin bihîstin. Em dixwazin garantorên vê pêvajoyê hebin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin ku ji bo pêkanîna peymanê were mîsogerkirin, pêwîstî bi garantoran heye. Ji bo mîsogerkirina pêşerojê pêwîstî bi alîkariyê heye. Der barê vegera penaberan de tu gav nehatine avêtin. Ji bo vê jî mekanîzmayek pêwîst e.”

Divê YPJ di nav artêşe de cih bigire

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha axivî: “Em bi saya têkoşîn û berxwedana gelê xwe li vir in. Misogerkirina destketiyên Rojava ji bo hemû beşên Kurdistanê girîng e.”

Rohilat Efrîn anî ziman ku di sala dawî de li Sûriyeyê bêaramî serdest e û wiha vegot:“Ji bo entegrasyonê divê misogerî hebin. Wekî YPJ’ê me daxwazên xwe, êkoşîna ku hatiye dayîn û şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinan de pêşketiye danî holê. Divê pêşengiya jinan di Sûriyeya nû de were naskirin. Divê YPJ jî wekî hêzek jinan cihê xwe bigire. Ji bo parastina destketiyên Rojava û destketiyên jinan hewceyî bi hevgirtinê heye.” jinnews

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.