Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

SIPRI: Entegrasyon wê ewlehiya Sûriyê diyar bike

25/02/2026
in NÛÇE
A A
SIPRI: Entegrasyon wê ewlehiya Sûriyê diyar bike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

SIPRI’yê di rapora xwe ya stratejîk a Şubat 2026an de, entegrasyona QSD’ê di nav artêşa Sûriyeyê de wekî yek ji mijarên sereke ku dê teşedariya ewlehiya Sûriyeyê diyar bike, nirxand. Di raporê de diyar kir ku ev pêvajo ne tenê rêkeftinek leşkerî ye, dê bi awayekî rasterast bandorê li teşedariya siyasî ya Sûriyeyê jî bike.

Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) di rapora xwe ya stratejîk a 2026’an de cihek berfireh da geşedanên li Sûriyê û Bakur Rojhilatê Sûriyê. Li gorî raporê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di deh salên dawî de bi hevkariya koalîsyona navneteweyî re di şerê li dijî DAIŞê de rolek bingehîn lîstiye û di encamê de xwedî pêkhateyek leşkerî ya rêxistî bûye.

‘HSD li Sûriyê cihek girîng digire’

Di raporê de hat destnişankirin ku ji ber vê pêk hateya siyasî, entegrasyona QSD’ê nikare bi modelên klasîk ên hilweşandina mîlîsên herêmî re were qiyas kirin. SIPRI destnîşan dike ku QSD’ê bi zincîra fermandariya xwe, hêzên ewlehiya navxweyî û kontrola sînor, li Sûriyeyê cîhek taybet digire.

‘Sê modelên entegrasyonê hene’

Rapora SIPRI sê modelên bingehîn ên entegrasyonê nîqaş dike. Li gorî raporê modela yekemîn ‘entegrasyona tevahî ya leşkerî’ ye. Di vê senaryoyê de hêzên HSDê bi tevahî di bin fermandariya artêşa Sûriyeyê de tên bicîhkirin û zincîra fermandariya wan a serbixwe tê betalkirin. Li gorî raporê, Şam herî zêde vê vebijêrkê dixwaze û disepîne.

‘HSD dikare nîv otonom be’

Li gorî raporê modela duyemîn, ‘fermendariya herêmî ya nîv-otonom’ e. Li vir hêzên QSD’ê di nav artêşê de cih digirin, lê li herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikarin asta diyarkirî ya serbixwebûna operasyonî biparêzin. SIPRI diyar kir ku ev model dikare li gorî şert û mercên qadê yên heyî bibe çareseriyeke navîn.

‘Hêza herêmî ya bi statû’

Di raporê de modela sêyem jî wekî ‘teşedariya ewlehiya federal’ pênase dike. Di vê çarçoveyê de QSD’ê ne tenê wekî hêzek leşkerî, dikare wekî hêzek ewlehiya herêmî ya bi statû bê nasîn. Di raporê de ev bijartek wiha tê ravekirin: “Ew dikarin di nav avahiya parastina neteweyî de bi fermandariya navendî re hevrêz bin, lê bi avahiyeke parastinê ya cuda hebûna xwe bidomînin.” Li gorî raporê, aliyên Kurd vê modelê wekî garantiya ewlehiya demdirêj dibînin.

‘Kurd di nenavêndîbûnê de Şam di navendîbê de israr dike’

Têkildarî dubendiya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de jî tê diyarkirin ku cudahiya sereke di navbera aliyan de ne tenê li ser rêkeftina leşkerî ye û qasî wê dubendî li ser modela rêveberiya siyasî ye. Li gorî vê nirxandinê, aliyê Kurd daxwaza pergala ewlehiyê ya desentralîze pêk bê ku di nav de rêveberiya herêmî xwedî desthilat jî heye. Li dijî vê yekê, Şam li ser parastina dewleta yekparçe û fermandariya navendî israr dike.

‘Pêvajo nemeşe rîska vegera DAIŞ’ê heye’

Rapora SIPRI her weha hişyariya rîskên muhtemel jî kir û ev nirxandin kir: “Ger danûstandin bêencam bimîne, dikare pevçûnên herêmî derkevin holê, hêzên mîlîsî perçe bibin û valahiyên ewlehiyê çêbibin.” Li gorî raporê, ev valahî dikare şert û mercên guncaw ji bo çalakbûna şaneyên DAIŞê biafirîne.

Di raporê de her weha hate diyarkirin ku nîqaşên derketina hêzên DYAyê ji Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê bilez dike. SIPRI destnîşan kir ku kêmkirina hebûna leşkerî ya Washingtonê, HSDê zêdetir ber bi danûstandinên ewlehiyê yên bi Şamê re dikişîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.