Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Malbatên dîlgirtiyan banga diyarkirina çarenûsa zarokên xwe dikin

25/02/2026
in NÛÇE
A A
Malbatên dîlgirtiyan banga diyarkirina çarenûsa zarokên xwe dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Malbat û hevreyên girtî û şehîdan bi armanca radestkirina cenazeyên şehîdan û berdana dîlgirtiyên şer ên ku niha di destên hikumeta demkî de ne, meşek ji Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê heya pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo li dar xistin.

Bi hezaran ji malbatên girtiyên şer û şehîdan, herwiha sivîlên bajarê Qamişlo, ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên xwe û berdana dîlgirtiyên şer û eşkerekirina çarenûsa wan meşek ji Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê heya pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo li dar xistin.

Di meşê de wêneyên dîlgirtiyan û pankartên li ser nivîsên“Azadî ji bo girtiyan”, “Zarokên me vegerînin”, “Edalet ji bo Dîlgirtiyan” û “Em daxwaz ji hikumeta demkî dikin ku çarenûsa dîlgirtiyên me diyar bikin û zûtrîn dem bên rizgar kirin” hatin hildan.

Meş li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî rawestiya, li wir bi navê malbatên Şehîdan û Dîlgirtiyan Yûsif Kûtê axivî û wiha got: “Em vir li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ne, yên ku bi rojekê ji roja bi erkên xwe ranebûne li beramberî gelê me. Bi navê malbatên windahî, girtî û şehîdan em li vir disekinin. Ji 6’ê Çileyê de dema êrişa bêbext ku li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi piştgiriya cîhanê pêk hat herwiha piştre berê xwe dan Dêr Hafir û Meskenê, Reqa û Tebqa ev êriş careke din komploya navneteweyî dubare kir û xwestin îradeya me bişkînin. Berî ku zarokên me xwe vekişînin li gorî hevpeymanê hikumeta demkî û dewleta Tirk bi rêya şaneyên xwe zarokên me xistin çemperekî de. Em hazirin ku bi hezaran zarokên xwe dîsa bikin feda ji bo azadiyê, lê dema bibe bêbextî em qet qebûl nakin ku hikumeta Şamê ya demikî vê yekê bi me bimeşîne hewiha Neteweyên Yekbûyî çavên xwe bigre li hember vê bêbextiyê û bibe hevkarê rijandina xwîna me.”

Yûsif Kûtê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em weke Malbatên Şehîd, girtî û windahiyan li vê deverê em dibêjin heya zarokên me neyên berdan wê çalakiyên me berdewam bin, Rêveberiya Xweser û QSD’ê gavên ku ketin li ser milê wan pêk anîn. Niha jî em li bendê ne ku hikumeta Şamê ya demkî bêbextiya xwe betal bike û dest pê bike ku girtiyên me berdin, cenazeyên şehîdan radestî me bikin û kesên windayî nasnameya wan bidin xuyanîkirin. Ji bo Neteweyên Yekbûyî bese ji bêdengiya we ji binpêkirin û komkujiyên ku hatin pêkanîn. Ev 15 sal in xwîna me tê rijandin, hûn hevakarên vê bêbextiyê ne. Em bimînin li kolanan û her kes li pişta me ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.