Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Parastina Rojava parastina Hebûn û rûmetê ye’

24/02/2026
in NÛÇE
A A
‘Parastina Rojava parastina Hebûn û rûmetê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Hesekê

Gelê Hesekê diyar kirin ku li dijî êrişan bal kişandin ser ruhê seferberiyê yê li Kantona Cizîrê xurt e û gotin, “Ruxmê ku niha agirbest hatiye îlan kirin û aramî çêbûye, lê dîsa jî parastina civakê erka me hemûyan e û heya roja îro dewam dike, parastina Rojava parastina hebûn û rûmetê ye.”

Bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li seranserî Rojava xwe nîşan dide û ji aliyê jinan û gelan ve parastina taxan berdewam e. Gelê Hesekê heya roja îro bi şev û roj parastina tax û kolanên xwe dikin. Herwiha ruxmî ku agirbest û Lihevkirin di navbera Hêzên Sûriya Demokiratîk û hikumeta demkî ya Sûriyê de hatiya çêkirin, dîsa jî gelê kantona Cizîrê parastina xwe dewam dikin.

Di derbarê parastin û seferberiyê de ciwanên bajarê Hesekê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Parastin ji nan û avê giringtire’

Ciwan Mihemed da zanîn ku parastin erka wan hemiyane û wiha pêde çû: “Ji bo ku em jî Şerê Gelê Şoreşgerî û parastina Kantona Cizîrê bikin, di heman demê de ji bo ku bajar û gundê me bi ewle bin, em bi şev û roj derdikevin parastinê. Her kes tax û bajarê xwe biparêze. Di kantona Cizîrê de jin û mêr mil bi mil ji bo ku herêma me bi ewle bin, parastina taxan û bajaran dikin. Dema ku di taxê de kesek xerîb tê dîtin bala me tevan dikşîne, li vir jî em bi wan re lêpirsîn dikin ku ji kurin û ji kur hatine li gor wê em tevdigerin, da ku tevlîhevî di taxên me de çênebin. Parastin ji hemû aliyan ve dewam dike.”

‘Werin em bi hev re parastina bajar û gundên xwe bikin’

Ciwan Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di vê pêvajoyê de li ser bingehê ruhê seferberiyê parastina taxên xwe bike û wiha bi dawî kir: “Gerek her kes bibe endamê Hêzên Parastina Civakê. Ji 7 salî heya 70 salî. Ji ber ku îro roja parastina Rojava ye û gerek em li ser bingeha seferberiyê tevbigerin. Her mirovek li gor temenê xwe çi erk jê tê xwestin pêwîste ku pêkbîne, ji ber ku xwe parastin ne tenê di demên şer pêwîst dike, parastin bûye asasê jiyana me. Lewma her gav û kêlî pêwîst e em di nava parastinê de bin. Çi ji milê agahî dayîn, parastin û alîkarî dayîn, herkes dikare tiştekî ji herêma xwe re bike. Em dibêjin çi jin û mêr, werin em bi hev re mil bi mil parastina xwe bikin.”

‘Em îro parastina hebûn û rûmeta xwe dikin’ 

Di heman çarçoveyê de Diyar Mihemed da zanîn ku parastina bajar û gundan erka me ye û wiha anî ziman: “Berxwedan roj bi roj mezintir dibe. Jiyana ku bê parstin be, ew jiyan bê wate ye. Xweparstin erka herî bingehîne. Ji ber wê em dibêjin xweparstin di vê rewşê de ji bo me ji av û xwarinê girîngtire. Em ciwan, dayik, jin û bavên Kurd di her xak û kolanekî de parastinê dikin, parastin ji bo me bingehê jiyana azad e, em piştgiriyê didin şervanên xwe yê ku niha di çeperên şer de parastina xaka Rojava dikin, ji ber vê yekê em li pişta wane, di heman demê de emê heya dawî destekê bidin wan, em îro parastina hebûn û rumeta xwe dikin. Di dawiyê de em dibêjin, dijminê hov çidike bila bike, Kurd wê hebin û tune nabin. Wê ji zarok hata kal û pîrên me parastina xwe û gelê xwe bikin. Yan mirin yan serkeftin. Em tu carî tune nabin, wê her kurd hebin û serkeftîbin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.