Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HRW: Kampa Holê bêserûber hate belavkirin, çarenûsa bi hezaran kesî nediyar e

24/02/2026
in NÛÇE
A A
`Çeteyên DAIŞ`ê yên Holê bi rênîşana dewleta tirk tevdigerin`
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) destnîşan kir ku kampa Holê bêserûber hate valakirin û çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ne diyar e

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) têkildarî kampa Holê piştî ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hat valakirin, raporek weşand.

HRW’ê agahî da ku piştî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand wê kampa Holê vala kiriye, niha çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên kampa Holê ne diyar e. Heman rêxistinê diyar kir ku derketina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ne birêxistinkirî bû û bê ser û ber derketine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 20’ê Çileyê piştî êrişên dijwar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kamp ji kontrolê derketiye û êdî nema berpirsyariya kampa Holê rakir û xwe vekişand. Piştî wê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî kampa Holê bû 30`ê Çileyê ragihand ku wê kampê vala bikin.

Di wê çarçoveyê de hikumeta demkî ya Sûriyeyê 22`yê Sibatê agahî da ku wê kampa Holê bi temamî vala kiriye.

Piştî kampa Holê kete destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîmenên revandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê belav bûn. Her wiha gelek dezgehên medyaya erebî û cîhanê têkildarî revandina bi komî ya malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê rapor çêkirin.

Heyanî nîvê meha Çileyê li kampên Roj û Holê nêzî 28 hezar kes diman, ji wan 12 hezar û 500 biyanî bûn (ji zêdetirî 60 dewletan bûn) û 4 hezar kes jî iraqî bûn.

Rêxistinê anî ziman ku rêya derketina ji kampa Holê jiyana gelek zarok û jinan xistiye xetereyê. Li ser wan bazirganî hatiye kirin, ew dane bikaranîn û zarok jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û dê wan di şer de bidin bikaranîn.

Her wiha HRW’ê ji rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest nasnameya kesên ji kampê derketine diyar bike, cih ji wan re peyde bikin û aliyê xizmetguzarî, tendurûstî û piskolojîk de pêdiviyên wan bi cih bîne, mekanîzmeyên qanûnî yên adil jî garantî bikin.

HRW’ê di dawî de bang li hemû hikumetan kir ku zû têkevin tevgerê û welatiyên xwe vegerînin welatê wan, mafên wan ên parastinê garantî bikin û ji nû ve bixin nava civakê û perwerde bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.