Solîn Mihemed/ Qamişlo
Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi diruşmeya “Jin parastina Şoreşa Rojava dikin” li bajarê Qamişlo meşek lidar xist.
Ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û parastina destkeftiyên şoreşa jin Kongra Star bi diruşmeya “Jin parastina Şoreşa Rojava dikin” li bajarê Qamişlo meşek li dar xist. Di meşê de sazî, rêxistin, tevger, hêzên YPJ’ê û bi sedan şêneyên bajarê Qamişlo beşdar bûn. Di meşê de alên YPJ’ê hatin hildan.
Meş ji Çerxereya Osman Sebirî dest pê kir û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo veguherî mitîngê. Dema ku veguherî mitîngê destpêkê deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştire li ser navê Tevgera Jin Emîna Omer axivî û wiha got: “Îro em li vê meşê radiwestin ji bo piştgiriya hêzên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê. YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye lê belê YPJ’ê şoreşa fikir û wijdana azadiyê ye. Îro em bi vê sekina xwe YPJ’ê silav dikin.
YPJ’ê weke hêzeke jin xwe îsbat kir ku tucarî qebûl nake ku jin durî muadelata şer û aştiyê bê. Îro YPJ’ ê wateya parastinê ji nû ve pênase dike. Piştgiriya me ji bo YPJ’ê piştigiriyeke demokratîk e. Îro dixwazin ku îradeya jin Kurd bişkînin lê belê wê berxwedaniya me berdewam bê heya ku em mafê xwe bidestbixin. Em di dawiyê de dibêjin hêzên YPJ’ê ku em li pişta wene û heya dawiyê em ê piştgiriya we bikin.”
Meş bi silogana ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’ bidawî bû.







