Navenda Nûçeyan
Balyozê dewleta Tirk a li Iraqê ragihand ku Bexda û Enqere lihevkirine ku zêdetirî 180 çeteyên li girtîgehên li Iraqê di meha bê de vegerînin Tirkiyeyê.
Balyozê dewleta Tirk yê li Iraqê Anil Bora Înan têkildarî vegerandina hejmarek çeteyên DAIŞ’ê yên Tirk ji bo Enqereyê, di panelek bi sernavê ‘Piştgiriya Pêşeroja Iraqê’ ku 19’ê Sibatê li Enqereyê hate lidarxistin de axivî.
Anil Bora Înan diyar kir ku li ser vegera zêdetirî 180 çeteyên DAIŞ’ê yên Tirkiyê, di navbera Bexda û Enqerê de lihevkirineke pêşketî heye ku meha bê li Bexdayê civînek dê were lidarxistin da ku mekanîzmayên pêkanînê werin temamkirin û prosedurên yasayî bi awayekî rêkûpêk û berfireh werin temamkirin.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê gihiştiye 5 hezar û 704 çeteyan. Veguhastin di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk hat ku hemwelatiyên welatên din ên cîhanê jî di nav de hene. Iraqê bang li van welatan kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên wanin vegerînin.






