Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mazlûm Ebdê: Divê hemû welatî zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî

21/02/2026
in NÛÇE
A A
Ji bo tunekirina DAİŞ’ê  stratejiyek nû hat diyarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û anî ziman ku bi vê boneyê dê civînek berfireh bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re bê kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyên girîng da Saziya Zimanê Kurdî (SZK).

Ebdî bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. got ku wê ji bo zimanê Kurdî gavên xurttir biavêjin û roja zimanê zikmakî li hemû mamoste û gelan pîroz kir. Ebdî ev agahiyên girîng dan: “Perwerdehiya Kurdî ji bo me xalek pir girîng e. Divê hemû welatî zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Di dema rejîma Baasê de me li herêmên Kurd lê dijîn me gelek pirsgirêk jiyan. Kurdî her qedexe bû û piştgiriya dewletê nebû. Gelek astengî hebûn. Ji bo ev pirsgirêk derbas be têkoşînek mezin hate dayîn.”

‘Bi şoreşa Rojava re xebatên hêja hatin kirin’

Têkildarî xebatên li Rojavayê Kurdistanê Ebdî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava xebatên berfireh hatine kirin û wiha axivî: “Ligel hemû zimanên din pêşiya Kurdî jî vebû. Pêşketinên mezin di vî warî de çêbûn. Ligel Kurdan pêkhateyên din jî derfeta pêşxistina zimanê xwe dîtin. Ez hemû kesên di salên borî de ji bo Kurdî xebitîn, ked dan silav dikim. Niha wekî encamek Şoreşa Rojava me dît ku Biryarnameya 13emîn ji hêla Hikûmeta Demkî ve hate ragihandin. Cara yekem li Sûriyeyê bi awayek fermî Kurdî wekî zimanek neteweyî hate naskirin. Em vê yekê erênî dibînin. Lê ev têrê nake. Taybetî asta xebatên ziman niha li Rojavayê Kurdistanê ziman gihiştiyê, ev Biryarname gelek kêm dimîne. Di salên borî de dibistan bi Kurdî bûn. Bi hezaran xwendekar heta asta zanîngehê bi perwerdehiya Kurdî hatin. Pêwist e di pratîkê de ev ast li ber çavan bê girtin.”

‘Dê bi Şamê hevdîtinên nû bên kirin’

Ebdî bi bîr xist ku di hevdîtinên dawî yên bi Hikûmeta Demkî re mijara ziman gelek hatiye nîqaşkirin û ev tişt gotin: “Di hevdîtinên bi dewletê re hatine kirin de em li ser vê mijarê pir rawestiyan. Dîsa biryarnameya 13emîn wekî bingehekê me digirin. Lê ji bo Kurdî perwerdehî bê kirin, biryarek hate girtin ku xebat bê meşandin. Di pêşrojê de em ligel Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî hevdîtek berfireh çê bikin. Li ser Biryarnameya 13emîn em dê xebatê bikin.”

Divê xebatên ziman bên mezinkirin

Ebdî balkişand ser Biryarnameya 13emîn û daxuyand ku ev yek ji bo xebatên ziman bingehekê ava dike û ev bang li gel û xebatkarên ziman kir: “Em hêvî dikin pirsgirêkên li pêşiya vê rabin û xebatek xutir bê meşandin. Lê divê em xebatên xwe xurt bikin. Her wiha mijara çandê jî heman e ji bo me. Saziyên Kurdî divê em mezintir bikin. Divê gelê me zêdetir zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Kesên li ser ziman dixebitin jî divê zêdetir li ser ziman kûr bibin û sazî jî xebatên berfirehtir û mezin bikin. Ez bawerim em dê di vê mijarê de serkeftinên mezin bi dest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.