Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em soz didin gelê xwe xizmeta wan bikin’

21/02/2026
in NÛÇE
A A
‘Em soz didin gelê xwe xizmeta wan bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Hesekê

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed diyar kir ku ew hewil didin peymana 29`ê Çileyê bighînin serî û xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkevin û got, “Hêviya me bi gelê me heye, pêwîst hêviya gelê me jî bi me hebe, em soz didin gelê xwe ku bi derfetên kêm û zêde xizmeta wan bikin.”

Bi sedê salaye ku Kurd di Sûriyê de ji mafê xwe bi par maye û  her wekî kole ango kesekî xerîb dihat hesbandin. Lê bi hatine şoreşa Rojava û bi keda şehîd û gelê Kurd, di roja îro de û cara yekeme ku Parêzgerekî Kurd tê hilbijartin. Nûredîn Îsa Ehmed kesekî Kurd e, di roja îro de ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve hat erkdarkirin ku bibe parêzgehê Hesekê. Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed da zanîn ku ew ê xwedî li erk û berpirsyariyê derkeve, herwiha hewildanên wan ji bo avakirina bajaran û pêkanîna ewlehî û aramiyê hene. Di heman demê de ji bo rewşa koçber û girtiyan wê di demeke kurt de were pêkanîn ku koçber bi awayekî ewle vegerin cih û warê xwe.

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Cara yekme ku kesekî Kurd erkekî wiha di Sûriyê de digre’

Nûredîn Îsa Ehmed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku cara yekem li Sûriyê kesekî Kurd dibe parêzgeh û wiha domand: “Wek tê zanîn ku ez wek parêzgehê Hesekê hatin erkdarkirin, belê ev cara yekemîne ku kesek ji parêzgeha Hesekê bi xwe tê erkdarkirin û bi taybet jî ev cara yekme ku kesekî Kurd erkekî wiha di Sûriyê de digre. Ji ber vê yekê me soz daye ku em xwedî li vê emanetê û erkê derkevin, di heman demê de ku em xwedî li berpirsyariya li beramberî gel û civaka xwe ya ji hemû pêkhateyan pêk tê, derkevin. Ya herî girîng ew e ku em ferq û cudahî nekin di navbere pêkhateyan de, em ê bi hemû hêza xwe karibin civakê li hev kom bikin û bikin yek. Ji ber vê yekê pêwîste gel jî xwedî bawerî û hêvî be ku em ê xwedî li vê erkê û berpirsyariyê derkevin .”

 ‘Gelek planên qirêj li ser gel hatin meşandin’

Nûredîn Ehmed da zanîn ku di vê dema dawî de gel di nava qonaxeke mezin de derbas bû, ev yek jî ne hesan bû û wiha pê de çû: “Bêguman herêm di nava qonaxeke pir zehmet re derbas bû, gelek pilan li ser gel hat meşandin, dixwestin ku vî gelî bidin tune kirin, di heman demê de destkeftiyên ku hatibûn bidest xistin, dixwestin hemî bikin destê xwe de. Herwiha li kêlka van planan dixwestin şerekî navxweyî çêbikin ku di navbera Kurd û ereban de xwînê bidin rijandin. Yê ku li pêşiya van planan girt ne tenê leşkerî bû, hevgirtin û vîna gel bû ku nehiştin ev plan bi serbikeve û bighîje armanca xwe. Gel bi hemû hêz û îradeya xwe li pêşiya van plan û kesên nexêrxwaz rawistiyan. Her daxwaza gel û civakê ew bû ku li heremê aramî û aştî pêk were, ji ber ku gelê me êdî naxwaze xwîn were rijandin û ev 14 salin li Rojava û Sûriyê şer, pevçûn, wêran û koçberî tê jiyan kirin.”

 ‘Wê hin tiştên baştir û ji bo berjewandiyên gel çêbibe’

Nûredîn di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ew biratiya gelan esas digirin û wiha got: “Di rastiyê de tişta ku em esas bigirin biratiya di nava civakê de ye, niha jî em dikarin bêjin ku di vê demê de ji sedî 90 me ew planên qirêj ku dixwestin di navbera pêkhateyan de tevlîhevî derbixin derbas kirin, me karîbû agirbestekî çêbikin û aramî û ewlehî bixin herêmê, niha jî pêkhate dikarin bi hevra jiyan bikin û hevdû qebûl bikin. Em wekî Parêzgerê  Hesekê parçek ji Sûriyê ne, bêguman wê xweseriyeke me jî hebe, ev xweserî di destûrê de hatiye bi cih kirin, di demên pêş de jî wê hin tiştên baştir ji bo berjewendiyên gelê me çêbibe. Di heman demê de hiqûqê hemî pêkhateyan ji me tê xwestin, ji ber vê yekê em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên civaka xwe biparêzin û xizmeta wan bikin. Bêguman wê her pêkhateyek jî li gor xweseriya xwe be, em nikarin bêjin ku her kes li ser xal ango xweseriyek be, ji ber di Parêzgerê Hesekê de gelek pêkhate dijîn û her pêkhateyek xwedî kevneşopiyeke û xweseriyekê ye.”

 ‘Wê gelek sazî ji bo xizmeta gel bikevin piratîkê de’

Nûredîn Îsa Ehmed balkişand ser peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokiratîk û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de û wiha axaftina xwe domand: “Wek tê zanên ku di 29`ê Çileya 2026`an de di navbera hikumeta demkî ya Sûriyê û Rêverberiya Xweser de peymanek hat îmzekirin, herwiha ev peyman ne wek peymanên din bû, ev pêre pêre hem leşkerî û hem jî civakî kete piratîkê de. Di nav van gavên piratîkî de gelek şande serdana parêzgeh û heremê kirin, yek ji wan şandekî tendirustî bû, ji ber ku pêwîstiya heremê bi tendirostiyê heye. Ji bo ku em van nexweşxaneyên zerar dîtine û kilînîkên tendirostiyê yên ku hatine girtin werin vekirin û bikevin xizmeta gel de. Berî ku entigirasiyon çêbibe, gelek sazî ji bo xizmeta gel hebûn û heya roja îro jî hene, lê piştî qonaxa entigirasiyonê pêwîste em li gor heykela hikumeta Sûriyê ya nû tevbigerin. Ji ber ku em jî parçek ji Sûriyê ne û ev yek jî wê bi xwe re gelek guhertinan ji bo civakê ava bike. Pêwîst e her kes jî li gor vê yekê gav bavêje, bêguman heya niha jî li gor entergirasiyonê gavên baş tên avêtin û bi taybet jî ji milê tendirostiyê ve heya niha gavên baş hatine avêtin. Em hêvî didin gelê xwe ku wê ji gekek aliyan ve xizmet were kirin, herwiha ji bo xizmetguzarî bi giştî jî, em nîqaş û planên nû didin pêş ku em gel ji gelek aliyan de rehet bikin. Di heman demê de ji bo saziyên nasname û pasportan wê di demekî kurt de bikevin piratîkê de. Heta ku plansaziya wê hatiya nivîsandin ku çawa kar û xebata xwe bi awayekî saxlem careke din berdewam bibe.”

Rewşa Koçberan

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa koçberan û wiha anî ziman: “Ji bo rewşa koçberan, gelek hewil dan tên kirin ku koçber vegerin cih û warê xwe, ji bo vê yekê gelek nîqaş jî tên kirin. Ji ber ku yek ji xalên girîng yê lihevkirinê, vegera koçberan li cih û warê xwe ye. Bi taybetî jî em dikarin bêjin ku di demeke nêz de wê koçberên Serêkaniyê vegerin malên xwe. Ji bo Efrîn jî hewledan hene ku di demeke kurt de bi awayekî awle vegerin cih û warê xwe. Di heman çarçoveyê de ji bo girtiyan jî nîqaş û giftogo tên kirin. Ev hemû jî girêdayî peymanê ye, çiqas em li gor peymanê bin û vê lihevkirinê bibin serî, wê koçber û girtî jî azad bin. Heya niha em hewil didin ku ev lihevkirin bighîje serî, raste hin alî hene dixwazin vê peymanê û lihevkirinê têk bibin, lê heya ji me tê em nahêlin bandora wan li ser me bike. Em dixwazin Sûriyeyekî azad û wekhev avabikin. Di dawiyê de jî ez dixwazim bêjim ku pêwîste hêviya me bi gelê me hebe û hêviya gelê me jî bi me hebe. Herwiha em soz didin gelê xwe bi hemû hêz û derfetên heyî xizmeta wan bikin û  jiyaneke bi ewle û aram avabikin .

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.