Stêrk Mihemed/Tirbêsipiyê
Dayîkên Tirbêsipiyê diyar kirin ku li ser banga Rêveberiya Xweser ku di 18’ê Çileyê de seferbari ilan kir heta niha ew li kolana, parastina bajarê xwe dikin û wiha gotin: “Bi êrişan nikarin îradeya me bişkînin. Em ê canê xwe û yê zarokên xwe jî bidin û em nahêlin ku dijmin pêş de werin.”
Di 6’ê Çileyê de Hikumeta demki ku dewleta tirk û hêzên hegemon piştgiriya wî dikir bi awayek hovane êrişê herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin. Piştê Helebê raste rast berê xwe dan qadên ku ji Çeteyên DAİŞ’ê hatibûn rizgarkirin bi komployeke xwestin dagir bikin. Li ser banga Rêveberiya xweser ya ilankirina seferberiyê gelê Rojava ji 18’ê Çileyê ve ji heft heta heft salî beşdarê seferberiya giştî bûn. Taybetî jin ji wî seferberiya giştî re pêşengti kir çek rakir û di kolanan de parastina tax û mala xwe kir. Heya vî kêliyê jî parastina bajarên xwe dikin.
Di vê derbarê de dayîkên Tirbêsipiyê Xedîce Ehmed û Rehma Mele Beşîr ji Rojnameya me re axivîn.
‘‘Ez û hevjîn û kurê xwe bi hevre parastina bajarê xwe dikin’’
Xedîce Ehmed ku bi hevjîn û kurê xwe re di parastina bajarê Tirbespiyê de cîh digre got ku;”Ev zêdetirî 16 rojin
em derdikevin parastinê. Rûxmê temenê min mezin jî buye, lê dîsa jî ji bo parastina bajarê xwe ez derdikevim kolanan. Em hertim li pişta zarokên xwe ne, çi dibe bila bibe em amadene, havin zivistan ji bo me ferq nake em ê li ser piyan û li kolana bin, heya ku em dighînin xwasteka xwe. Em ê giyana xwe û yê zarokên xwe jî bidin û em nayêlin ku dijmin pêş de werin. Herwiha em ê bi pêş de biçin û tu carî paş de venagerin.”
‘‘Em deyndarê welatê xwe ne’’
Rehma Mele Beşîr destnîşan kir ku wan tabûrek bi navê Şehîd Rawan avakiriye û wiha domand: “Ji dema ku Rêveberiya Xweser seferberî îlankiriye, em weke jin û dayîkek Tirbêsipiyê xetê xwe digirin û bajarê xwe diparêzin.
Îro şervanên me di çeperên şer de bi şev, roj di bin berf û baranê de parastian me dikin û qet nawestin. Herwiha em weke jin li pişta şervanên xwe ne, bila pişta şervanên me rast be. Îro dema ku dayîk destê xwe li pişta zarokê xwe dide û dibêje lawê min here xwedê bi re te be, dema zarokek bi çûk ji bavê xwe re dibêje bavo em hene, dema ku bav ji zarokê xwe de dibêje min sê parçe ji kezeba xwe dane îro ez deyndarê welatê xwe me. Bi rastî jî em dêndarê welatê xwe ne. Em tu carî nawestin û gave paşde na avêjin, baweriya me bi şervanên me heye, eger em Kurd yek bin, em tu carî nakevin û em ê bi serbikevin.”






