Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên DAIŞ’ê zarokên xwe bi heman îdeolojiyê mezin dikin

17/02/2026
in NÛÇE
A A
Çeteyên DAIŞ’ê zarokên xwe bi heman îdeolojiyê mezin dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Kampa Roj yek ji kampên ku jin û zarokên DAIŞ’ê tê de hatine bicîhkirin ku heta niha jî zihniyeta radîkal a DIAŞ’ê di nava xwe de diparêzin, îro jî bi heman îdeolojiyê zarokên xwe perwerde dikin.

Çima Kampa Roj

Kampa Roj a girêdayê bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê di sala 2015’an ve ji bo koçberên Şedadê, Tebqa û Reqa hat avakirin ji ber di wan salan de Cebhet Elnûsra êrişê wan cihan kirin, piştî ku Cebhet Elnûsra têk çûn ev koçber vegeriyan cihên xwe. Êdî Çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Mûsil û dest bi qelîman kirin lewma gelê Mûsil û Şengalê ji malên xwe koçber bûn û hatin li Kempa Roj bicih bûn, piştî ku şervanên kurd bi qehremaniya xwe dîrok nivîsandin û DAIŞ têk birin welatî careke din vegeriyan malên xwe. Ji sala 2017‘an ve piştî têkçûna DAIŞ’ê kampa Roj bû cihê jin û zarokên DAIŞ’ê. Di destpêkê de hijmarek kêm ji malbatên DAIŞ di vê kampê de bicih bûn, lê ji ber ku gelek tevlîhevî li kampa Hol çêdibû rêveberiya kampa Roj xwest bar li ser wan sivik bike û di sala 2019‘an de beşekî din di hundirê kampa Roj de çêkirin da ku malbatên din werin û li wir bicih bibin û nêzî 396 malbat di kampa Roj de cihê xwe giritin. Di sala 2023’an ji ber ku gelek bûyerên kuştinê li kampa Hol derdiketin, kempa Roj bar girt ser milê xwe ku cihê xwe berfirehtir bike û 144 malbatên din anîn.

Hijmara kesan di kempa Roj de

Di kempa Roj de ji 40 heyanî 50 nijadên cûda hene, ji Mexrib, Tunis, Cezayîr, Rûsiya, Istraliya, Elmaniya, Qeter û hwd. Di dema niha de di kempa Roj de 11 malbatên Sûrî hene ku hijmara wan 52 kes in û 16 malbatên Iraqî ne ku 75 kesin. Di heman demê de 742 malbatên ecnebî ne ku 2,201 kes in. Di salên borî de hin malbat radestî malbatên wan yên esasî hatin kirin, lê hijmarke gelekî kêm bûn û tu guhertin çênekir. Sala 2025’an 11 dewletên Awropî hatin da ku hemwelatiyên xwe bibin lê tenê 16 malbat ji Kampê derxistin, hijmarek wiha kêm tucarî nabe çareserî ji vê pirsgirêkê re. Tevî ku hertim Rêveberiya Xweser û rêveberiya kampa Roj jî gelek daxuyanî jî didin da ku dewlet werin malbatên girêdayî xwe bibin, lê ew encamên mezin bi dest nedixistn.

Radestkirina malbatên çeteyan ji Awûstralya yê re

Di salên borî de radestkirina malbatên DAIŞ’ê wiha bû ku dewletên derve têkilî bi dayîreya têkilyên derve re dikir û li gor wê têkiliyê tensîq dihat kirin û malbat diçûn. Dewleta Awûstraliya di sala 2022’an de 3 malbatên xwe birin, lê di 16’ê Sibata 2026’an de hinekî ev sîstem cûda bû, di hundirê Awûstralyayê de hinekî nakokî hebûn, lewma dewleta Awûstraliya têkilî bi dayîreya têkiliyên derve re nekir, tenê bi malbatên ku dixwazin xizmên wan ji kempa Roj derkevin û vegerin welatên xwe re bûn alîkar û kaxezên pêwîst û Pesportên wan kesên di kempê de amade kirin, da ku malbat bi xwe ji Awûstralya yê berê xwe bidin kempa Roj û xizmên xwe bi xwe re vegerînin. Rêveberiya Kempa Roj jî ev rewş li ber çavan re derbas kir û wek rewşeke mirovî girt dest û derxistina malbatên ostralî ji kempa Roj qebûl kir. Lewma 11 malbat ku hijmara wan 34 kes bûn di 16’ê Sbatê de amadekariyên xwe kirin û ji kampa Roj derketin û ber bi welatê xwe ve çûn.

Xeteriya hebûna wan di vê demê de

Kempa Roj li gor kampa Holê heya astekî kontirolbûna wê baştire, ji ber ku di milê meznahiyê de kampa Roj ji ya Hol piçûktire û di milê cih cografî jî kampa Roj cihê wê arame û tevlîhevî lê nînin. Berûvajî wê cihê kampa Hol di milê cigrafî de cihê şaneyên DAIŞ‘ê ne heya roja îro. Lê xeteriya van kesan û derketina wan ji kempê heye, ji ber ku hijmarek baş ji wan heya niha jî bi îdolojiya DAIŞ ve girêdayîne û zarokên xwe jî li ser heman zihniyetê mezin kirine û ew kirine wek tovikê avakirina DAIŞ a nû. Di dema îro de tê dîtin ku DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve avabike û xwe bihêztir bike û ev yek ne tenê metirsiyê li ser gelê kurd çêdike lê li ser tevahî cîhanê jî çêdike. Raste hedefa wan ya esasî tunekirina gelê kurde Ji ber ku li ser destê kurdan hatin şekandin û dewleta wa ya islamî rûxiya. Lê vejîn kirina DAIŞ di vê pêvajoyê de wê encamên gelek bi êş bi xwe re bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.