Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NATO qirkirinê pêk tîne

17/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Li gorî Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya Cezakirin û Astengkirina Suçên Qirkirinê de, qirkirin wiha tê pênase kirin: “Yek ji van tevgerane ku bi niyeta tine kirina beşek an jî giştî; netewek, etnîstiyek, nijad û olek; bi armanca kuştina endamên komê, zerar dayînek pir cîdî di milê fîzîkî û zîhnî de, bi hesabkirineke zanebûn ku xirabkirina şert û mercên jiyana giştî an jî beşek ya wê komê, bi rêbazên cuda astengkirina zayinan di nava komê de û bi zorê girtina zarokan di nava komê û dayîna hinek yên dîtir.”

Bêguman ev pênaseya qirkirinê gelek caran hîna bi firehtir jî hatiye dest girtin.

Ger wek li jor hatiye ziman, qirkirin bi sîstematîk tine kirina civakek, netewek an jî beşek ji wê civakê û netewê be, wê demê em dikarin pir bi rehetî bêjin ku îro li ber çavên herkesî, NATO pir eşkere li Efrîn qirkirinekê pêk tîne.

Mînak, Kurd li Efrînê ji cih û warên xwe hatine derxistin, yên ku mane jî her roj bi şêweyekê dîtir tên revandin, tên kuştin, dest datînin ser mal û mulkên wan, ji wan fîdye tê xwestine. Gundên wan bi kesên ku ji derve anîne ve dagirkirine û hêna jî ji derve mirovên biyanî tînin û li cîh û warên Efrîniyan yên nû jî bi cih dikin e.

Xuyaye ku ev têra wan nake, pir vekirî Serokkomarê Dewleta Tirkiye Erdoxan niha jî tîne ziman ku dixwazin mîlyonek mirov bînin û li Rojhilatê Bakurê Suriye bi cih bikine. Ev jî tê wateya ku bi demografya bileyzin û biguherînin. Her wiha tê wateya ku mirovên ku li wan deran dijîn werin koç kirin, dest deynin ser ax û warên wan, jiyana wan weke ku li Efrînê herkes dibîne, were hedef kirin û her wiha.

Gelo, Serokkomarê Dewleta Tirkiye Erdoxan kî ye? Bi navê kê diaxive, awiran dide kê û kê tehdît dike?

Gelo dewletên ku di nava NATO de cihê xwe digirin, çi qasî li gorî zagonên NY diçin û tevdigerin?

Çi qasî bi rêz nêzî Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya Cezakirin û Astengkirina Suçên Qirkirinê dibin?

An jî çi qasî vê hevpeymanê diparêzin?

Em bizanin ku Tirkiye endamê NATO’ye. Heta di nav NATO de çi di milê hêjmara leşkeran de û çi jî di milê çekan de yek ji hêza herî mezin e.

Erdoxan jî Serokkomarê Dewleta Tirkiye’ya ku endamê NATO’ye. Bi gotinek din, hêza ku li Efrîn qirkirinê pêk tîne NATO’ye. Û hêza ku niha gefan li Rojhilatê Bakurê Suriye dixwe dîsa jî NATO’ye.

Bêyî virde û wirde; Îro li Kurdistanê hêza ku qirkirinê pêk tîne NATO’ye. Û NATO suçên mirovî dike.

Ger NATO xwedan van suçên Tirkiye dernakeve û parave jî nake, wê demê pêwîste ku NATO bi lez û bez suçên Tirkiye yê qirkirina Kurdan li Efrînê bidin rawestandin, an jî Tirkiye di NATO de biavêjin da ku nebin şerîkên qirkirina dijî Kurdan!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.