Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina kompiloya Navnetewî ya 15’ê Sbatê bi dirûşmeya ‘Em roja qirkirina gelan pilangeriya 15’ê Sbatê şermezar dikin’ meşeke girseyî lidarxistin.

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina kompiloya Navnetewî ya 15’ê Sbatê bi dirûşmeya ‘Em roja qirkirina gelan pilangeriya 15’ê Sbatê şermezar dikin’ meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de hemû şêniyên bajêr, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Meş ji Qada Azadî bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe, Berxwedan Jiyane’ dest pê kir û li navenda Ciwanan veguherî mîtîng.

Di destpêka meşê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê PYD’ê Aldar Xelîl axivî û wiha got: “Em vê roja reş û bêbextiya nevnetewî şermezar dikin, 27 sal qediyan li ser vê bêbextiyê. Bi dîl girtina wan ji Rêber Apo re xwestin vîna gelê kurd bişkînin û tunekirina hebûna gelan. Rêber Apo li îmraliyê ev kompilo pûç kir û bê bandor kir, bi salan Rêber Apo berxwedaniyeke dîrokî da meşandin û heya roja îro gel vê berxwedaniyê berdewam dike. Rêber Apo ji bo wekhevî, çareserî û biratiyê têkoşînek bê hempa da meşandin û bi taybet ji bo azadiya jinê berxwedanî dikir, lewma ew kirin hedef û xwestin rê li pêşiya birojeyên wî bigirin. Pilanên Rêber Apo çereseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîne û bi taybet pirsgirêkên gelê kurd, lewma her û her dixwazin vê çareseriyê wida bikin û gel di qirkirinan re derbas bikin. Lê îro roj tê dîtin ku çawa li pêşiya herkesî nakokiyeke nû di navbera netewan de derxistin û dixwazin ew zihniyeta nijadperestî ji nû ve derxin pêş. Hertim dixwazin gelê kurd di şeran re derbas bikin da ku rastî êşan werin û dev ji doza xwe berdin, lê bi berxwedanî û têkoçîna gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê rê li pêşiya vê kompiloya ku xwestin li ser gel pêk bînin, girtin. Ji dewletên hegemonîk re nîşan dan ku ew e hertim li ser piyan bin û dicarî derfetê nedin lîstokên wan.”
Meş bi siloganên ‘Bijî berxwedana gelê kurd’ bidawî bû.







