Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de hat meşandin, şîneyên Qamişlo bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re.” meşek li dar xistin.
Weke vê rojê berî 27 salan, Komploya Navnetewî bi destê hêzên hegemon ên cîhanî û di serî de dewleta Tirk a dagirker, hat pêkanîn, pişt re jî tecrîd li ser hat ferzkirin, piştî destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, lê roja îro sîstema işkence û tecrîdê tê domandin.
Bi armanca şikandina tecrîd û Komploya Navnetewî, pêkhateyên gel li Qamişlo, bi mamoste, xwendekar, rewşenbîr, tevgerên civakî, partiyên siyasî û tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser daketin kolanên bajarê Qamişlo û meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji çerxerêya Osman Seberî ya Qamişlo bi pêşengitiya jinan û malbatên şehîdan dest pê kir û heya pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat domandin.
Di berdewamiya meşê de wêneyên Rêberê Gelan, Abdullah Ocalan li jor hatibûn bilindkirin û hemû kesî bi silogana “Azadî Ji Bo Rêberê Gelan, Bê Serok Jiyan Nabe, Têk Biçe Faşista Tirk û hwd…” bang dikirin, pê re jî stranên şoreşgerî hatin gotin.
Girseya meşê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo veguherî miting, piştî wê jî meşvanan xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan rawestiyan.

Herwiha li ser navê Insyatîfa Gel Remziya Mihemed wiha got: “Îroj û her roj gel ji bo Rêber Apo li ser piyan e û ji bo azadiya rêberê xwe li qadan e. Li kesên komploger yên ku komplo li ser Rêber Apo dabûn meşadin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî komplo dan meşandin, xwestin gel û Rêbertî ji hev dûr bixin. Lê girêdana Rêber Apo û gel ji berê zêdetir bû. Yekîtiya gelê Kurd hişt ku komploya li ser gelê Kurd hatibû meşandin, vala derkeve. Fikr û ramana ku Rêber Apo di nav me de belav kir, em ê li ser wê felsefeyê bimeşin da ku komployan vala derxînin. Em ê her tim ji bo aştî û azadiyê xebata xwe bidomînin hem jî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo xurtir bikin.”
Mitinga girseyî bi silogana “Bijî Serok Apo û Têkbiçe Tecrîda Girankirî” bi dawî bû.






