Viyan Egîd/Qamişlo
Rêveberê dibistana Ehmed Sebirî, Hesen Werde diyar kir ku ew ji bo zarokên di nav êşên koçberiyê de mezin dibin her roj ji sat 9`ê sibê heya 3`ê êvarê çalakî, şahî, leystok û fêrkirinê li dar dixin.
di nav 14 sal ji şer û kirîzên li Sûriyê derbas bûn, gelek kiryar û sûcên dijmirovî hatin qewimandin, kuştin, revandin, talankirin û koçberiya bi darê zorê ru dan. Ev hemî jî li ber çavên zarokan çêbûn. Li vir jî gelek zarok bûn qurbanên şer, hin ji van zarokan aliyê derûnî de hatin tune kirin. Di nava koçberiya herî dawî de ku malbatên Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Firatê koçber bûn û berê xwe dan kantona Cizîrê, gelek malbat û zaroka heya roja îro nehatine bicih kirin, her wiha li dibistan, mizgeft û holên mezin de bi gelek astengî û zehmetiyên jiyanê, jiyana xwe dewam dikin. Ji ber vê yekê desteya perwerdê û hin rêxistin ji bo başkirina derûniya zaroka bi awayekî rojane çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Da ku deroniya zarokên koçber baş bibe û karîbin bi rêya van çalakiyan buyerên hovane yên ku li pêşiya çavên wan qewimîn werin, ji bîrkirin.
Derbarê çalakiyên ku ji bo zarokên koçberan li dibistanan tên li dar xistin Rêveberê dibistana Ehmed Sebirî Hesen Werde ji Rojnameya me re axivî.

‘Buyerên ku zarok li bêşiya çavên xwe dîtine, bandorî li deroniya wan kiriye’
Hesen Werde di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku gelek buyerên dijmirovî li pêşiya zarokan hat qewmandin, ev yek hiştiye ku derûniya zarokan ber bi xerabiyê de biçe û wiha pê de çû: “Ji destpêka ku gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êriş û koçberiya bi darê zorê hatin, gelek malabat heya roja îro bi cih û warin. Wek tê zanên ku bi hezaran koçber niha li dibistan, mezgeftan û holên mezin hatina bi cih kirin. Di nav van koçberan de tenê mirov ji cih û warê xwe dernektin, lê belê gelek zarok derûniya xwe winda kirin, her wiha rastî gelek bûyerên ne mirovî hatin. Mînak ku gelek zarok li pêşiya çavê wan kuştin, komkujî û revandin çêbûn. Ev buyerên wiha ne hesane li ser mirovekî temen mezin û her di bin bandora wê buyerê wê jiyan bike, çawa ku zarok van buyeran li ber çavên xwe bibînin, ez bawerin ku bi salan wê ev yek di mêjiyê wan de be û bandorek mezin jî li ser jiyan û deroniya wan bike. Ji bilî ku zarok hin sûc û kiriyarên dijmirovî li ber çavên xwe dîtin. Jiyana wan ya niha ku di dibistan û cihên ne ji bo jiyan kirin û neştecihkirinê hatine avakirin. Di nava serma û seqemê de dimînin, ji gelek pêdiviyên jiyan û siberojê bê par mane. Ev jî dibe ku her zarokek di nava hesret û hêviyan de bimînin.”
‘Wê çalakî ji bo zarokan berdewan be’
Rêveberê dibistana Ehmed Sebirî Hesen Werde di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi awayekî rojane ji bo zarokên koşberan çalakiyên cur bi cur ji bo zarokan pêk tînin û wiha domand: “Ji bo ku derûniya zarokên koçber baş bibe û karî bin xwe bidin ji bîr kirin, desteya perwerdê û hin rêxistin bi awayekî rojane çalakiyên cur bi cur li dibistanan pêk tînin, ev ne têrker e ku her zarokek karîbe xwe ji wê derûniyê qezanc bike ango rozgar bibe. Niha di dibistana Ehmed Sebrî de nêzî 27 malbatên ku koçber bûne, xwe bi cih kirine, ji ber vê yekê her roj ji sat 9`ê sibê heya 3`ê êvarê çalakî, şahî, leyistok û fêrkirin ji wan re tê dayin. Ev çalakiyên ku em pê dirabin, ji destpêka ku koçber derbasî dibistan û mizgeftan bû, hat destpêkirin, bêguman ev çalakiyên ji bo zarokan wê berdewam bike, bi armanca ku deroniya zarokan baş bibe.”






