Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya hemû gelan e’

14/02/2026
in NÛÇE
A A
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya hemû gelan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Endamê Koordînasyona Parêzerên Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Apo, Cebraîl Mistefa diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokiratîk salek li ser derbas dibe, lê heya roja îro tu gavên cidî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve nehatiye avêtin û got, “Divê yekîtiya Ewropa û CPT bi erkên xwe rabin, pêwîst e dewletên Navnetewî zextekî li ser dewleta Tirk bide çêkirin, da ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe.”

Di 27`ê Sibata 2025`an de Rêber Apo deriyeke nû ji bo çareseriya Kurd û avakirina Tirkiyeke azad û demokratîk vekir ku Kurd û hemû netweyên din bikaribin tê de bi aştî û azadî bijîn, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hîn negihiştiye wê asta ku di jiyan û cihê Rêber Apo de guhertin çêbibe, ango di derbarê jiyan, azadiya fîzîkî û mafê hêviyê de gavên piratîkî nehatine avêtin, dewleta Tirk a dagirker heya roja îro vê pêvajoyê bi awayekî cidî nagire dest, ji bo ku ev pêvajo bighîje serî, pêwîst e di destpêkê de azadiye Rêber Apo ya fîzîkî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de Endamê munesiqiya parêzerên Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Apo, Cebraîl Mustefa ji Rojnameya me re axivî.

‘27 salin ku li ser Rêber Apo zext û tecrîdeke giran tê meşandin’

Cebraîl Mustefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di 15`ê Sibatê de Kombiloya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hat meşandin û Rêber Apo dîl hat girtin û ev derbasî sala 27`an bibe ku ew dîl hatiye girtin û wiha pê de çû: “Di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployekî Navneteweyî Rêber Apo bi awayekî bêbext hat dîl girtin û ev bû 27 sal ku Rêber Apo di nava zext û tecrîdeke giran de tê girtin. Ji ber vê yekê em vê komployê bi tundî şermezar dikin, ev komplo ne ten di şexsê Rêber Apo de bû, lê belê komployek li ser tevahî gelê Kurd e ku dixwestin gelê Kurd qirbikin, di heman demê de gelê kurd di komkujiyan re derbasbikin. Lê li hemberî ewqas kiryar û sûcên dijmirovî yên ku têne meşandin jî Rêber Apo roj bi roj asta têkoşîn û berxwedanê mezitir kir, ev yek hişt ku gelê kurd daxwaza mafê xwe yê rewa bike û berxwedaneke bêhempa bide meşandin. Herwiha Rêber Apo karîbû projeya Netewa Demokiratîk pêş bixe, ev yek bû sedem ku doza kurdî di Rojhilata Navîn de deng bide.”

‘Salek li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibe’

Cebraîl di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û wiha got: “Di 27`ê Sibata 2025`an de ji aliyê Rêber Apo ve banga Aştî û Civaka demokratîk hat ragihandin, ev bangewaziya Rêber Apo ji salên 90`î ve daye pêş ku ev bang ji bo tevahî pirsgirkên Rojhilata Navîn çareseriye, lê çima ku ji aliyê Rêber Apo ve dihat pêşkêş kirin dewleta Tirk qebûl nedikir. Lê di vê dawiyê de dema ku Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokiratîk ragihand, destpêkê dewleta Tirk ev bangê erînî dît ku ev bang wê çareseriyê bi xwe re bîne. Niha jî salek li ser banga Aştî û Civaka Demokiratîk re derbas dibe. Lê li gor vê bangê çi qewimî? Me teva dît ku çawa dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî neavêtiye, ji bo banga Rêber Apo Kurdan her gav avêt da ku aştî pêkwere. Dewleta Tirk şûna ku pirojeya Aştî û Civaka Demokratîk pêk bîne, diçe piştgiriyê dide komên çete yên li Sûriyê ku qirkirin û Komkujî pêk tînin, di nava salekê de bi hezaran sivîl bê sûnc û sebeb hatin kuştin û heya roja îro ev yek li Rojava  didome. Lê dewleta Tirk a dagirker heya roja îro ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk tu gavên berbiçav neavêtine. Dewleta Tirk dixwaze hemû gav ji aliyê Kurdan ve were kirin, dixwaze siyasetê li ser Kurdan bide meşandin û her kes jî dîroka dagirkeriya Tirk dizane ku di demên Osmaniyan de dixwestin bi xapandin û planên xwe siyaseta dirû bidin meşandin. Niha jî em dibînin ku salek li ser banga Rêber Apo derbas dibe, lê heya roja îro mafê hêviyê ji Rêber Apo re nehatiya dayin, ev bi xwe didie diyarkirin ku dewleta Tirk ne li gor qanûn, destûr û exlaqan tevdigere. Mînak em bidin ku ji bo kesekî normal nabe zêdeyî 25 salan di girtîgihê de bimîne, çawa ku Rêber Apo feylesûfekî mezine û tu sûc nekiriye, tenê ji bo doz û mafê Kurdan xebitî, ev ne sûce ku heyanî îro di girtîgihê de tê girtin û mafê hêviyê ji bona wî nayê dayîn. Ji bona vê yekê pêwîste mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî were pêkanîn.”

‘Dewleta Tirk ne li gor zagon û exlaq tevdigere’

Cebraîl Mustefa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Rêber Apo li hemberî zihniyeta dewleta Tirk a dagirker derket û wiha domand: “Rêber Apo xwe mafdar dît ku daxwaza mafê Kurdan bike, lê dizanî bû ku gelek dewlet naxwazin doza Kurdî careke din vejîn bibe. Rêber Apo li hemberî vê zihniyetê derket û bi taybet li hemberî dewleta Tirk a dagirker derket. Ji bo ku tu kes li du Rêber Apo neçe û tirs bikeve dilê her Kurdekî de, Rêber Apo dîlgirtin, ew dûrî mafê jiyana azad kirin. Lê berxwedan û fikirê Rêber Apo hişt ku bi milyonan mirov li du doza Kurdî bimeşin û hiştin ku doza Kurd û Kurdistan bibe rojeva tevahî cîhanê. Ji ber vê yekê çiqas Rêber Apo fîzîkî ne di nava me de be, lê bi ruh û hizrên xwe di nava mede dijî. Dewleta Tirk ew derfet di destê wê de heye ku Rêber Apo azad bike, lê ew bi zanebûn bernade, ev jî ji ber ku ne ligor zagon û exlaq tevdigere. Lê dewleta tirk bi vêyekê ziyanê dide xwe û pêwîste gavên cidî bavêje, di heman demê de yekîtiya Awropa û CPT bi erkên xwe yên mirovî, zagonî û exlaqî rabe. Herwiha pêwîst e dewletên Navnetewî zextê li ser dewleta Tirk bide çêkirin, da ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe, dema ku Rêber Apo azad bibe, wê gelek pirsgirêk di Rojhilata Navîn de werin çareser kirin. Em her dibêjin û emê her bibêjin ku Rêber Apo kilîta çareseriya hemî kirîz û pirsgirêkan e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.