Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Apo û Rojnemavanên Ereb tevlî kampaniya Cîhanî ya azadiya Rêber Apo bûn

12/02/2026
in NÛÇE
A A
Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Apo û Rojnemavanên Ereb tevlî kampaniya Cîhanî ya azadiya Rêber Apo bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan û Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb, ku tê de tevlîbûna xwe ya kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamşilo bi daxuyaniyekê ragihandin.

Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan û Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb, tevlîbûna xwe ya kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamşilo bi daxuyanîkê ragihandin. Herdû daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Daxuyaniya Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan

Di destpêka daxuyaniya Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan de wiha hate gotin:” Di 15’ê şibata 1999’an de, bi destê hêzên navneteweyî, xirabtirîn komplo li dijî gelê kurd hate çêkirin, da ku bibe felaketeke dîrokî bi encamên giran û bandorên neyînî yên dirêj. Rêber û feylesûf Abdullah Ocalan, ku hatiye dîlgirtin û revandina wî ji paytexta Kenya, Nairobi. Ev komplo, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên piralî, li ser pişta maf û xeyalên azadî û dadê yên gelan nîşan da. Armanca hêzên navneteweyî ji komploya serdemê ne tenê revandina rêberekî ku salan ji bo doza gelê xwe têkoşîn kiriye. Belkî armanc, tunekirina dengê maf û azadiyê bû ku ev rêber hemû salên temenê xwe têkoşîn û berxwedan da meşandin.”

Daxuyaniya Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan wiha hat berdewam kirin:” Di 27 salên berxwedan û sekinê de, rêber Abdullah Ocalan bi gelê kurd re, dijî şidet, inkarkirin û jenosîda herî dijwar a ji aliyê hêzên ku hewl didin û hê jî dixwazin nasname û serxwebûna wî tune bikin, rawestiya. Di bin mercên ne mirovî ku dîrok mîna wê nedîtiye, rêber Abdullah Ocalan bi hişê xwe yê zana, dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast a bûyeran, li dijî şer û wêranê sekinî ye. Rêber Abdullah Ocalan her gav ji bo çareseriya demokratîk xebitiye û wê wekî rêya tekane ya aştiyê dît. Ji ber baweriya wî ku jiyana hevpar a gelan li ser bingeha wekhevî, dad û azadiyê, bingehê ku divê pêşeroja herêmê li ser were avakirin.

Daxuyaniya Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan wiha hat bidawî kirin:”Di vê çarçoveyê de, ya ku tê gotin “Komploya Duyem” li dijî kurdên Rojava, berdewame rasterast a komploya yekem li dijî rêber Abdullah Ocalan e, û hewldanek e ku xwesteka gelê kurd û xeyala wî ya azadiyê têk bibe. Lê gelê kurd li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welêt, wekî her gav, isbat kir ku vîna wî hişk e, naşike. Berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bû çavkaniya îlhamê ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê. Em bawer dikin, û ev baweriya me ji yekîtiya hêzên kurd û berxwedana zarokên me tê, ku komployên mezin yên li dijî kurdan, her çiqas bihêz bin jî, nikarin berxwedana kurdî vemirînin. Berovajî vê, ew dê, pêşerojek ronak û serkeftî ava bike. Em dê sala 2026’an bikin sala azadiya rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê kurd li her derê.”

Daxuyaniya Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Erebî

Di destpêka daxuyaniya Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Erebî wiha hate gotin:” Di 10’ ê Cotmeha 2023’an de, bi slogana “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo doza Kurdî re” kampanyayek hate destpêkirin. Bi vê boneyê û bi navê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb, em beşdarbûna xwe di vê kampanyayê de radigihînin û em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin di riya daxuyaniya me, bi hêviya ku encamên xwestî werin bidestxistin.”

Di dawiya daxuyaniya Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Erebî de wiha hate gotin:”Li ser bingeha hemû tiştên jorîn, em daxwaz dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, azadiya wî ya fîzîkî pêkwere û ew ji bo dîtina çareseriyan ji bo hemû pirsgirêkên heyî yên di navbera Kurdan û dewleta Tirkiyeyê de rola xwe ya siyasî bilîze û were hêzdarkirin. Ev yek dê bandorek girîng li ser çareseriyên potansiyel ên li herêmê û Rojhilata Navîn bike. Gelê Kurd û bi rastî jî hemû gelên azad û aştîxwaz, di îdeolojiya Abdullah Ocalan de mifteya çareseriyê dibînin, nemaze ji ber ku bandora wî berfireh e, li ser bingeha biratiya gelan û jiyana aştiyane ye. Ew hewl dide ku aştî û azadiyê ava bike, demokrasiyê belav bike û pevçûn û şerên bêwate bi dawî bike.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.