Ronahî Sadûn/Qamişlo
Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan li ser asta kantona Cizîrê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan sekneke protestokirinê lidar xist û daxuyaniyek ji bo daxwaza çarenûsa girtiyan û windayan, radestkirina cenazeyên şervanan û bidawîkirina kiryarên li ser goristanên şehîdan, da.
Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava bi dirûşmeya “Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me hêz û parastina me ne” li ser asta Cizîrê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamîşlo seknek protesto li dar xist, herwiha daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê Kurd û erebî da. Di çalakiya protestoyê de nûnerên Kongra Star, çalakvanên civaka sivîl, dayik, zarok û hevjînên şehîdan beşdar bûn û wêneyên şehîdên xwe hildabûn jor.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Em wek Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan, ji dilê “Cizîrê” yê ku bi berxwedanê lê dide, bi keder û fikarên mezin geşedanên lezgîn û êrişên pergalî yên ku destkeftiyên şoreşa me ya li Rojava dikin armanc, dişopînin. Ev êriş di bin bêdengiya navneteweyî ya ku tê wateya şirîkatiyê de pêk tên. Tiştê ku îro diqewime, ne tenê şerekî leşkerî ye, lê qirkirina vîna jinê û şikandina vîna civaka ku bi saya fedekariya keç û xortên me, bêhna azadiyê kirine. Dilê me dişewite dema ku em dibînin cenazeyên şehîdên me têne parçekirin û bi hemû şêweyên ku ji mirovahiyê şûştî ye li hemberî van şehîdan kiriyarên xwe bi kar tînin. Goristanên şehîdan li wan herêmên ku hêzên me jê vekişiyane, têne xerakirin û binpêkirin. Ev şehîdên ku canê xwe di ber mirovahiyê de li hemberî çeteyên herî hovane feda kirin. Êrişên ser goristanan, rûxandina goran û derxistina laşên lehengên me, kiryarên bê exlaqî û sûcekî şer ê ku rûyê mirovahiyê reş dike. Ev goristan rûmeta gelê me û bîra têkoşîna me ne, destdirêjiya li ser wan, hedefgirtina rasterast a her dayik, hevjîn û zarokên vî welatî ye.”
‘Divê cenazeyên şehîdên me bên radestkirin’
Daxuyanî wiha hat domandin: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku tavilê tev bigere ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan, parastina canê dîlan û parastina rûmeta şehîdên me. Divê cenazeyên şervanên me yên ku cara duyemîn bûn mertal ji bo parastina civakê li dijî hovîtî û zordariya komên terorîst, radestî me bikin. Em wek Meclisa Jin, bi zelalî nêzîkatiya tolhildanê û pêkanînên şovînîst ên ku ji aliyê hikumeta demkî û komên wê ve têne meşandin, dibînin. Kesên ku qebûl kirine bibin amûr di destê kesên din de, nûnertiya daxwazên gelê Sûriyê nakin, berevajî vê ew hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin, bi taybetî li dijî jinên ku di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn.”
‘Binpêkirin nikarin vîna me bişkînin’
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em wek dayik, zarok û hevjînên şehîdan di Meclisa Malbatên Şehîdan de, daxwazê ji aliyên garantor ên peymana agirbestê dikin ku bixebitin ji bo radestkirina cenazeyên kur û keçên me yên şehîd ku hîn li erdan mane, ev yek binpêkirina rûmeta şehîdan e û li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Em dûbare dikin ku ev binpêkirin nikarin vîna me bişkînin, berevajî wê vîna me ya ji bo parastina proje û destkeftiyên me xurttir dikin. Em tekez dikin ku xwîna şehîdên me vala naçe. Em ê kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan, parçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bidin pey wan û wan darizînin. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan, da ku destwerdanê bikin û çarenûsa girtiyên me diyar bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dora doza me bicivin, rûmet û mafên me yên rewa biparêzin.”







