Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Em ê hêvî û armancên Azadî û Sorxwînan bi cih bînin`

11/02/2026
in NÛÇE
A A
`Em ê hêvî û armancên Azadî û Sorxwînan bi cih bînin`
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Şehîd Sorxwîn û Azadî ku di 11’ê Sibata 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke bi balafirên keşfê ya dewleta Tirk de gihiştin şehadetê. Dewleta Tirk a di şerê li hember gelê Kurd de ti pîvan û nirxekî mirovî nas nake, ji tirs û xofa li hember têkoşîna jinan û îradeya gaziyên şer her du hevrêyên me kir hedef.

Daxuyaniya Federasyona gaziyan wiha ye; Têkoşîna me ya azadiyê ya di roja me ya îro de ji hemû jinan û civakan re bûye hêvî û îlhama jiyana azad û wekhev bi saya şehîdên me yên nirxên herî pîroz in ber bi serketina dîrokî ve diçe.

Ev têkoşîn û berxwedana bi felsefe û fikra Rêber Apo hatiye strandin, di nav xwe de gelek lehengên bi rûmet û hêja dihewîne. Hevrê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik jî weke du fermandarên giranbiha bi têkoşîn, sekn û helwestên xwe mohra xwe li dîroka me ya Tevgera Azadiyê dane.

Hevrê Sorxwîn a ji bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê ye, weke şêrejineke herî esîl li her çar parçeyên welêt têkoşîneke bi heybet û muezem pêş xist. Hevrê Sorxwîn di pêvajoya êrîşên hovane û nemerd li ser Kobanê dihatin kirin, bi komek hevalên xwe re ji çiyayên Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava  bû û tevlî berxwedana rûmetê bû.

Hevrê Sorxwîn a di vê berxwedanê de birîndar bû û çavekî xwe fedayî doza gelê xwe kir, weke nîşaneya jinên milîtan ên fedaî yên Rêber Apo piştî rizgarkirina Kobanê di rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar û xebateke mînak pêş xist.

Heval Azadî ya ji Dêrika Hemko bû, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bêhempa tevkariyeke girîng li Şoreşa Rojava ya îro li hemû cîhanê weke keleha serhildêran tê dîtin kir. Heval Azadî tevî hemû êş û nexweşiyên xwe di Federasyona Gaziyan de bi eşq û evîneke mezin ji hevalên xwe yên gazî û birîndar re bû destek û alîkar.

Hevrê Sorxwîn û Azadî 11’ê Sibata 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke bi balafirên keşfê ya dewleta Tirk de gihiştin şehadetê. Dewleta Tirk a di şerê li hember gelê Kurd de ti pîvan û nirxekî mirovî nas nake, ji tirs û xofa li hember têkoşîna jinan û îradeya gaziyên şer her du hevrêyên me kir hedef û qetil kir.

Em weke gaziyên şer ên ji bo Şoreşa Rojava ji bedena parçe dane di duyemîn salvegera şehadeta wan de heval Sorxwîn û heval Azadî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê hêvî û xeyalên şehîdên me di oxira wê de xwe feda kirine tekez bînin cih.

Di vê pêvajoya ku li hember Şoreşa Rojava êrîşên herî hovane pêk tên, bi biryardiyeke mezin weke hevrêyên Sorxwîn û Azadî em ê ji bo parastin û pêşxistina şoreşa xwe berxwedana xwe ya rûmetê bêteredut bimeşînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.