Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Dêrik û Qamişlo ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava meş lidarxistin

10/02/2026
in NÛÇE
A A
Gelê Dêrik û Qamişlo ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava meş lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şêniyên bajarê Dêrik û Qamişlo bi armanca parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û misogerkirina mafê gelê Kurd di desturê de bi meşên girseyî daketin qadan.

Îro li seranserî Rojava meşên girseyî yên gel ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û misogerkirina mafê gelê Kurd di desturê de, hatin lidarxistin. Di hemû meşan de bi hezaran gel tevlî bûn û bi yek ruhî daketin qadan. Ji bo wê şêniyên bajarê Qamişlo, Dêrikê û gundewarên wê di heman çarçoveyê de meşiyan. Di meşê de partiyên siyasî, mamoste, sazî û tevgerên giştî û xweser amade bûn. Meşevanan pankartên “YPJ vîna azadiya jinan e”, “Em ê vê rojê bikin roja pistgiriya Rojava”, “Zimanê me nasnameya me ye” û “Divê mafên me di destûrê de werin garantîkirin” rakirin.

Meşa li Qamişlo ji Çarxereya Sonî dest pê kir û li Çerxereya Şehîdan rawestiya û veguherî mitîngê. Piştî rawestandina deqeyek bêdeng li ser giyanên Şehîdan, li ser navê Insiyatîfa Gel Ebdulkerîm Saroxan ve hate kirin. Saroxan di axaftina xwe de av anî ziman: “Ji xwe ji destpêkê de heya weke îro gelê Kurd xwedî li hev derketin û heya dawiyê piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin. Îro em di demeke hesas re derbas dibin. Gereke mafê gelê Kurd êdî çarenûsa wê were diyar kirin. Bangewaziya me îro di vê meşê de ji bo kongra Emerîkî, mecilisên wan yên Rûsipiyan û rayedarên wan yên siyasî re heye, em ji wan re dibênjin bi erkên xwe yên exlaqî û insanî rabin ji ber ev gel ne gelê sedsala 20’an e gelê sedsala 21’mîne.  Herwiha em îro silav didin qehremanên bi rûmet yên ku di çeperan de şer dikin. Ji tevahî Kurdên me yên Cîhanê re ku ji bo piştgiriya xwe li şoreşa Rojavayê Kurdistanê dan xuyakirin em wan silav dikin. ji bo sekina we di parastina gelê Rojava de em bejina xwe li ber ew keda we ditewînin.”

Meşa li Dêrikê ji Qada Azadî dest pêkir û li Kornîş veguherî mitîngê.

‘Êrişên li ser Rojava dewama komploya navnetewî ye’

Di destpêka mitîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Mihemed Ebdulrehîm axivî û wiha got: “Yê ku dîrokê kurdistanê bizanibe yan jî bixweîne wê bibîne rewşa ku em îro jiyan dikin ji hev nequtbûyî ye. Berê jî dewletên dagirker hertim komplo li ser serê vî gelî de didan meşandin. Ev rewşa ku em îro jiyan dikin wek komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn tê naskirin, ji ber ku di 15’ê Sbata 1999’an de heman dewletên dagirker û navdewletî heman komplo li ser îradeya gelê kurd dan meşandin. Ji ber dixwazin wê pilanê bidin meşandin ku dema Rêveberê Şoreşan dîl werin girtin ew şoreş wê têk here.”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jî xwestin hêz, îrade û xeyalên gelê kurd têk bibin û şerekî navxweî di navbera Kurd û Ereban de bidin meşandin, da ku xwîn li kolanan biherike û gelê kurd qir bibin. Yê ku rê li pêşiya vê komployê girt sê rêgezên sereke bûn, yek Berxwedana Rojava û gelê Rojava bû, duyem destwerdana Rêber Apo ku bi awayekî zelal got heger ev qirkirin li ser gelê Kurd neyê sekinandin wê demê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê guhertin. Ya sêyem jî yekîtiya gelê Kurd bû ku li seranserî cîhanê Kurd bûn yek û bi yek dengî bang kirin ku hebûna Rojava hebûna hemû gelê Kurd ên li herçar parçeyên Kurdistanê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.