Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gavên pêk anîna peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û  Hikûmeta Demkî de

10/02/2026
in NÛÇE
A A
Gavên pêk anîna peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û  Hikûmeta Demkî de
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Lihevkirina 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de gav bi gav dikevin meriyetê, li ser erdê di gelek aliyan de hemahengî tê xuyakirin û di vê çarçoveyê de gelek civînên îdarî û girêdayî ewlehiyê pêkhatin. Herwiha çavlirêye ku di rojên bêşde xalên peymanê yên mayî yek bi yek li ser erdê pêkwerin.

Di 29’ê Çile de, lihevkirineke berfireh di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hate ragihandin, ku agirbestek û destpêkirina pêvajoya entegreyê gav bi gav a hêzên leşkerî û îdarî destnîşan dike, di nav de vekişîna hêzên leşkerî ji xetên pêşîn, bicihkirina hêzên ewlehiyê li navendên Hesekê, Kobanê û Qamişloyê, avakirina yekîneyên leşkerî yên nû, ji bilî yekbûna saziyên Rêveberiya Xweser û birêkûpêkkirina karmendan.

Herwiha ew mijarên mafên sivîl û perwerdehî yên Kurdan û garantîkirina vegera kesên koçberkirî, wekî beşek ji hewildanên ji bo yekkirina axê, xurtkirina aramiyê û ji nû ve avakirinê, dihewîne. Gavên li ser erdê ji bo bicihanîna lihevkirina 29’ê Çile di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bileztir birêve diçe, bi rêze gavên bi rêk û pêk yên ku ji destpêka Sibatê ve hatine avêtin, ku veguherîna lihevkirinê bo sepandina pratîkî nîşan didin.

Di 1’ê Sibatê de, civînek ji bo nîqaşkirina gavên pratîkî yên yekem, dûrî medyayê di navbera rêveberiya ewlehiyê ya Hesekê yê ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatiye destnîşankirin, Merwan Elî û rêvebriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Rojavayê Sûriyê de, bi awayê du civînan li bajarê Hesekê û Qamişlo, bi beşdariya serokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mehmûd Xelîl Elî, ku bi navê Siyamend Efrîn tê nasîn, hat lidarxistin.

Di 2’ê Sibatê de, Hêzên Ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî li deverên ku bi hevrêziya bi hêzên ewlehiyê yên Hundirîn yên girêdayî Rêveberiya Xweser yên ku berê hatibûn destnîşankirin, ketin gundewarên Kobaniyê, ev gavekbû ku wekî nîşaneya destpêkirina xebata hevbeş li ser dosyaya ewlehiyê hate hesibandin.

Di heman rojê de, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi awayekî hevrêzkirî ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Rêveberiya Xweser a herêma Cezîrê derbasî bajarê Hesekê bûn, ku ev yek jî nîşan dide ku hevrêziyeke baş di navbera her du aliyan de heye. Gav di 3’ê Sibatê de berdewam kir, bi derbasbûna Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bo bajarê Qamişloyê, bi hevkariya Hêzên Ewlehiyê yên navxweyî yên Rêveberiya Xweser a herêma Cezîrê.

Di asta îdarî de, di 5’ê Sibatê de, namzetê Hêzên Sûriya Demokratîk ji Şamê, Nûredîn Îsa, piştî ku wekî parêzgarê Hesekê hate tayînkirin vegeriya û ji aliyê niştecihên bajêr ve hate pêşwazîkirin, di dîmenek ku wekî nîşaneya berdewamiya ji nû ve sazkirina çarçoveyên îdarî re, digel lihevkirinên berdewam, hate hesibandin.

Di heman rojê de, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Kobanê li avahiya Helebê bi fermandarê ewlehiya Hundirîn yê Helebê, Eqîd Mihemed Ebdulxenî, cîgirê waliyê Helebê Elî Henûra û hejmarek ji berpirsên Hêzên Ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî re civiya.

Şanda Rêveberiya Xweser ji serokê Meclisa Rêveber Ferhan Hac Îsa, ligel nûnerên Rêxistinên Cûrbecûr û Rêveberiya Xweser li Kobaniyê. Herwiha serokên eşîran ji pêkhateyên Ereb pêk dihat. Gotûbêj li ser pirsgirêkên herêmî û mekanîzmayên ji bo bicîhanîna bendên lihevkirinê, bi armanca piştgiriya aramiyê û xurtkirina hevrêziya saziyan, hatin kirin.

Di çarçoveya rêça leşkerî de, bajarê Hesekê di 6’ê Sibatê de civînek li dar xist ku tê de Rêveberên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi serokatiya endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Kobanê û rêveberên komên Hikûmeta Demkî, bi serokatiya Hemze El Hemîdî, civiyan. Civîn ji bo nîqaşkirina qonaxên yekbûna leşkerî û mekanîzmayên pêkanîna wê bû, ku yek ji gavên pratîkî yên herî berbiçav ên têkildarî ji nû ve sazkirina hevkariyê di navbera her du aliyan de ye.

Piştî civînê, gera hevbeş a meydanî pêk hat, ku tê de hejmarek xalên Hêzên Sûriya Demokratîk hebûn, ku li gorî çavkaniyan, biryar e ku bibin navendên daîmî ji bo her sê lîwayên ku tê plankirin li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê werin avakirin.

Di 7’ê Sibatê de, li parêzgarê Hesekê, Nûredîn Îsa dest bi erkên xwe kir û fermandarê Hêzên Ewlehiyê li Hesekê, ku ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatiye tayînkirin, Merwan El-Elî, serdana parêzgarê Hesekê kir û pîrozbahî li wî kir.

Di 8’ê Sibatê de, ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên bicîhanîna bendên lihevkirina 29’ê Çile û hevrêziya di navbera her du aliyan de ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û xurtkirina hevkariya ewlehiyê li bajar û gundewarê wê, da ku rewşa ewlehiyê baştir bibe û tevgera niştecihan hêsan bibe, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kobanê û Rêveberiya Ewlehiyê ya li Helebê de civînek hat lidarxistin. Gotûbêj li ser pêkanîna lihevkirina 29’ê Çile û rêbazên baştirkirina hevrêziya ewlehiyê di navbera herdu aliyan de bûn. Di nav şandeya Asayîşê de hevseroka Ewlekariya Hundirîn a Kobanê, Arîn Kobanê û çend endamên din ên hêzên ewlehiyê beşdar bûn. Şande ji aliyê Kolonel Mihemed Ebdulxenî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Parêzgeha Helebê ve li navenda Ewlekariya Hundirîn a li bajêr hate pêşwazîkirin.

Di 9’ê Sibatê de Şandeyek ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi Merwan El-Elî, rêvebrê Ewlehiya Hundirîn ya parêzgeha Hesekê, serdana rêveberiya zeviyên petrolê yên Rimeylanê kir da ku berdewamiya bicihanîna şertên peymana 29’ê Çile bike. Civîn li navenda Rêveberiya Zeviyên Petrolê li Rimeylanê, dûrî medyayê, pêk hat. Li gorî çavkaniyan, herdu aliyan li ser makanîzmeya xebatê yên rêveberiyê nîqaş kirin.

Ev gavên li pey hev, ji bicihkirina ewlehiyê ya hevbeş bigire heya civînên siyasî û leşkerî, nîşan didin ku pêkanîna lihevkirinê bi rengekî rêk û pêk dimeşin, ku aliyên ewlehî, îdarî û leşkerî dihewîne, di nav hewldanên avakirina teşeyek ji xebata hevbeş ya gav bi gav de.

Çavdêr bawer dikin ku gavên li pey hev di nav çend rojan de meyleke zelal û cidî nîşan dide ji bo xurtkirina têgihîştinên li ser erdê, wekî amadekariyek ji bo qonaxek ku dibe ku bibe şahidê berfirehbûna dosyayên entegrasyonê û rêveberiya saziyan, tevî vê rastiyê ku hejmarek pirsgirêk hîn jî mijara danûstandin û ceribandinên meydanî ne, di nav de dorpêça li ser Kobaniyê, herwiha dagirkirina berdewam a Tirkiyê li ser deverên Kurdî û înkarkirina mafê vegera koçberan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.