Rojnameya Ronahî

‘Ked û hilberîna jinên gundan jiyanê zindî dihêlê’

Jin xemla jiyanê ye û bi hilberînê jiyanê li ser piya dihêle. Jina kedkar Fatma Nezîr yek ji mînaka vê kedê ye. Fatmayê di derbarê kar û xebatên xwe yên li gund wiha got:”Ked û hilberîna jinên gundan jiyanê zindî dihêlê. Jinên gundan bi keda xwe xweşikbûnê didin xemla jiyanê. Her tim di nava tevgera hilberînê de ne û jiyana wan xweş e.”
Her sal bi hatina dema payîzê re jin û jiyan di nava tevgera kedê de ne. Çanda çandiniyê, xwedîkirina lawiran, têkoşîna jiyanê ji aliyê jinê esas tê girtin. Jinên li gundan dijîn parçeyek ji rengê vê têkoşînê ne. Yek ji jinên têkoşîna kedê dide Fatma Nezir a 45 salî û ji Gundê Girqehfik yê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ye. Fatma zeviyên mala xwe diçîne û di danê sibehê de diçe nava erdan û bi keda destên xwe li ser piyê xwe dimîne. Fatmayê dibêje:”Jinên gundan jiyanê zindî dihêlin. Her di nava tevgera têkoşîna kedê de ne.”
‘JIN XWEŞIKBÛNÊ DIDE XEMLA JIYANÊ’
Fatma di derbarê watedariya keda jinê ya li gundan wiha dibêjê: “Bi sala ye ez kedê didim. Hîn rojekê min jiyana xwe bê ked derbas nekiriye. Çanda berhemdayînê çanda jina ye. Dema ez dixebitim dilê min kêfxweş dibe û canê min rehet dibe. Heger îro em kedê nedin wê jiyan raweste. Jin xweşikbûnê dide xemla jiyanê.”
‘JIYANA MIN TEVGER Û KED E’
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmayê bal kişand ser jiyana xwe ya rojane ya li gund de û wiha got: “Her roj siharê zû ez radibim, di destpêkê de berê xwe didim nava zeviyên xwe û wan av didim û berhemên wê didim hevdu. Paşê karê mala xwe diqedînim û avê li gîha û çîçekê mala xwe dikim da ku bêhna gul û nêrgizan li deriyê mala min bimîne. Dawiyê jî berê xwe didim nava erdan, da ku ez pûşê ser banê malê bidim hev. Jiyana min hemû tevger û ked e.”
‘BI ALAVÊN XWEZAYÎ MALA XWE JI SERMAHIYA ZIVISTANÊ DIPARÊZIM’
Di derbarê tevegera jinan a di demsala payîzê de Fatmayê da zanîn ku her jinek amadekariyên hatina zivistanê dikin û wiha domand:”Niha demsala payîzê ye, dema xebata ji bo berheman û sererastkirina mala ye. Jixwe ez jî her siharê zû diçim nava erdan tav hîn tam ne tûj e wê demê û ji bo sererastkirina banê mala xwe pûş didim hevdu. Pûşê ku ez didim hevdu ji bo germahiya zivistanê baş e û nahêlê ku ava baranê derbasî hundirê malê bibe. Em bi van alavên xwezayî mal û zarokên xwe ji sermahiya zivistanê diparêzin.”
‘BERHEMÊN KEDA MIROVAN BI TEHM Û XWEŞ IN’
Fatmayê destnîşan kir ku ew ajalan jî xwedî dike û wiha got: “Di danê nîvro de her jinek xwe amade dike ji hatina pez a ji nêçîrê re. Dema pezê min tê di destpêkê de ez wan bi cih dikim û paşê wan didoşim. Ji şîrê pezê xwe ez berhemên wekî mast, penêr û nîvişk çêdikim. Pêdîviyên mala xwe jê peyda dikim. Xwarinên me hemû ji malê ne. Berhemên ku ji keda mirovan be bi tehm û xweş in.”
‘JIYANA ME BI HEZKIRINÊ DIDOME’
Fatmayê herî dawî wiha got:”Piştî westandina rojeke tijî ked, di danê êvarê de ez ber mala xwe rûdinim kêliyekê li xweşikbûna gundê xwe mezê dikim û xeyalên xwe bi rehetî zindî dihêlim. Paşê ez û jinên gund li hev kom dibin û qala jiyana xwe dikin. Kombûna me jî bi hezkirinê li hev tê. Loma jî jiyana me xweş e. Jiyana me bi hezkirinê didome.”….JINNEWS