Rojnameya Ronahî

Li dijî tecawiz û komkujiyan li Efrîkaya Başûr çalakî

Li Efrîkaya Başûr her sal bi sedan jin li dijî şîdetê bi dirûşma ‘’Êdî bes e’’ dadikevin qadan.
Li cîhanê şîdeta herî zêde ya li hemberî jinê pêk tê Komara Efrîkaya Başûr e. Jin, li dijî tecawiz, komkujî û şîdetê her sal çalakiyê li dar dixin. Li paytexta Johannesbûrgê di meha tebaxê de 30 jin hatibûn kuştin. Jin li dijî kuştinê bi dirûşmên wekî ‘’Êdî bes e’’ û ‘’Na, na ye’’ qêriyan. Çalakgeran bang kirin ku Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa û otorîterên rayedar li dijî tundiyê tevbigerin.

‘DIVÊ KUJER HETA HETAYÎ LI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’
Ramaphosa li ser çalakiyên jinan û daxwazên wan axivî û got li ser kuştinên jinan û sûcên zayendî wê cezayên giran bînin û wiha got: “Zilamên ku dikujin û tecawiz dikin heta hetayê divê di girtîgehê de bimînin. Qanûn bi rengekî ku derfeta serbestiya demdemî nede, tecawizkar an jî kujer heta mirinê di girtîgehê de bimînin, were guherandin.’’
Li Efrîkaya Başûr di navbeyna 1’ê nîsana 2018 û 30’ê adara 2019’an de 21 hezar û 222 kes hatin kuştin. Heman demê bi sedan jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Tenê di meha tebaxê 30 jin hatin kuştin. Ji bo eynî demê bi hezaran sûcên tecawizê çêbûn, ji van 41 hezar û 583 hatin tomarkirin, li gorî deme beriya vê ji sedî 4 zêde bûye.