Rojnameya Ronahî

Jinên Qamişlo: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bi dawî bibe

Jinên Qamişloyê bertek nîşanî tecrda girankirî ya ku li ser Rêberê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin: “Dewletên desthilatdar nêrînên azad napejrînin. Ji bo azadiya rêberê me sebra me nema ye ,em ê jin xwedî li ked û felsefeya rêber Apo derkevin.”

Ev demeke dirêje Rêber Ebdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve di bin tecrîdeke giran de ye. Hete niha ji bo mirovekî ewqas bi rûmet tu rêyeke aşîtiyê nehatina pejrandin û her roj hovîtiya dewleta tirk dijwar dibe. Têkildarî mijarê jinên Qamişloyê li ser tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman û gotin”Em jiyaneke bê Rêber Apo naxwazin, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bidawî bibe.”

‘EM Ê JIN XWEDÎ LI KED Û FELSEFEYA RÊBERÊ XWE DERKEVIN’
Rêvebera Kongreya Star a Taxa Cûdî Fatma Mehmûd jî tecrîd şermezar kir û wiha got: “Em tecrîda giran li ser rêberê xwe qebûl nakin. Hete niha rêberê me rastî ne heqiyê hat û li dijî vê her kes bêdeng e. Bila her kes bizanibê ku em bi fikra rêber Apo li ser piyan e. Em ê ji bo rêberê xwe her roj li kolanan bin heta em azadiya wî bi dest bixin. Em jiyaneke bê rêber apo naxwazin. Ji bo azadiya rêberê me sebra me nema ye, em ê jin xwedî li ked û felsefeya rêberê xwe derkevin.”

‘DEWLETÊN DESTHILATDAR NÊRÎNÊN AZAD NAPEJIRÎNIN’
Endama Mala Jinê ya taxa Cûdî Emîna Ebdullah jî helwesta xwe li ser tecrîdê nîşan da û wiha axivî: “Cîhan bi giştî şahidê zilm û zoriyê ye. Rêber Apo daxwaza aşîtî û azadiyê dike. Ji bo wê jî niha bi tecrîdeke giran re rûbirû ye. Dewletên navneteweyî tim dixwazin civakan kole bihêlin û vîna gelan bidin çewsandin û wan ji hev cuda bikin. Ji ber ku ew daxwaza azadiyê napejirînin. Dewleta tirk jî bi kiryarên xwe xwe li ber çavên me reş kiriye. Wê rêberê me azad bibe û em ê govenda azadiyê li dar bixin û Netewa Demokratîk li tevahî cîhanê belav bikin.”

‘EM Ê BI VÎNA JINA AZAD RÊBER APO AZAD BIKIN’
Endama Mala Jinê ya taxa Cûdî Sebah Yûsif jî ji bo heman mijarê nêrîna xwe bilêv kir, got ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, divê bidawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Armanca dewletên navneteweyî û dewleta tirk ew e ku bi tecrîda tê meşandin re em fikirên rêberê xwe ji bîr bikin. Ev tecrîd sûcê mirovahiyê ye û dive bidawî bibe. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo rêber Apo têkoşîn û berxwedana xwe em ê berdewam bikin . Em hisaban ji tu kesî nakin em ê bi vîna jina azad rêber Apo azad bikin.”