Rojnameya Ronahî

Jina xwedî îrade astengiyan derbas dike

Nalîn YÛNIS/Ronahî Qamişlo

Bi hezarê salaye ku jin dibin zilim û zora mêr û civakê de jiyan dike û mafê wê di civakê de hatibû qedexekirin. Lê piştî despêkirina şerê Sûriyê û bi tabet şoreşa Rojava destkeft û gavên girîng hatin avêtin her wiha jinan bi îradeyek xurt xwe pêşxist û di hemû qadande roleke girîn lîstin. Di demên borî de pir zehmet û şerim didîtin ku jin karekî din ji bilî karê malê bike, lê şoreşa Rojava derfet da jinê ku ji hemû cîhanê re bide xuakirin ku jina xwedî îrade wê karibe her tiştî bike.
Nisrîn Omer ku bi temenê xwe 29 salîye, ev 4 salên wê zewiciye niha dayîka keçekê ye. Ji hezkirina wê ya fidbolê tevlî tîma jina ya di hunedirê yana Asayîşa bû. Ji bilî wê Nisrîn weke endezyara çandiniyê di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digire. Her wiha ji bo ku kêmayî nekeve karê wê yê mal û derve, bi pîlansazî tevdigere.
DI DESTPÊKAA HER KARÎ DE ZEHMETÎ DERDIKEVIN
Nisrîn Omer diyar kir ku, ji bo pêşxistina qabilyeta mirov kar û xebat pêwîste û got; di nerîna min de jina ji xwe bawer dikare her tiştî bike û bi fikrê xwe yê derdorê jî îqna bike, lewre jina ku bixwaze karê xwe yê civakî û şexsî pêşbixe, di kesayeta wê de îradeyek xurt pêwîste. Destpêka her karekî yan jî pêşxistina qabilyeta mirovan, astengî ji aliyê her kesî derdikeve. Lê ta ku mirov bikare van astengiyan derbas bike, divê ji karê xwe hes bike û jê bawer be.
JI BO PÊŞXSITINÊ BAWERÎ Û HEZKIRIN PÊWÎSTE
Nisrîn Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: Beriya Şoreşa Rojava piraniyên jinan nikarîbûn doza pêşxistina qabilyeta xwe bike, ji ber vê yekê Şoreşa Rojava derfeteke mezin da jinê ku karê xwe pêşbixe. Divê her jina xwedî qabilyet, derfetê nede ti kasî ku di riya wê de astengiyan derxîne. Ta ku jin karibe hemû astengiyên jiyanê derbas bike, pêwîstî biafrandina kesayeteke azad heye.