Rojnameya Ronahî

Serkeftinên di qada perwerdeyê de

Ji destpêka ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk (21’ê Çileya 2014’an), di qada perwerdê de gelek pêşketin ji aliyê materyal û rêbazên wanedayînê de, pêk hatine.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21’ê Çileya 2014’an hat ragihandin, desteyên perwerde û fêrkirinê bi pêşxistina warê perwerdehiyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk hatin erkdarkirin. Desteyan kedên mezin dan û ji sifirê ve destpê kirin. Di destpêkê de ne xebatkar ne jî meteryal li cem desteyan hebûn. Diviyabû ku deste materyal û xebatkarên perwerdeyê di demek kin qasî 8 meh de amede bikin.
Ji bo peydakirina materyalên pergala neteweya demokratîk, li ser sê Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk Cizîr, Kobanê û Efrînê, saziyên meteryalan hatin avakirin. Hêjmarek hindik mamoste, kesên xwedî tecrûbe û pispor cih di van saziyan de girtin. Hersê rêveberiyan bi awayekî fermî di salên 2015-2016`an de dest bi perwerdeyê kirin. Perwerde ji refên yekê hat destpêkirin. Di wê demê de hindek şaştî di rastnivîsê û têgehan de derketin.
Ji bo derbaskirina şaştiyan, ji bo amadekirina xebatkarên xurt, desteyên perwerde û fêrkirinê peymangehên amadekirina mamoteyan vekirin. Li herêma Cizîrê 10 peymangeh hatin vekirin. Ji ber tunebûna materyalan di destpêkê de materyal li gorî tecrubeya mamosteyan û awayên amadekirina semîneran hatin amadekirin. Piştre makenîzmeya perwerdeyê hêdî hêdî pêş ket û materyalek taybet ji bo peymangehan û amadekirina mamsoteyan hate dayîn. Ji wan peymangehan bi hezaran mamoste ji her du zaynedan ve derçûn. Di sala 2019`an de 18 hezar û 621 mamoste beşdarî dewreyên havînê yên peymangehên amadekirina mamosteyan a herêma Cizîrê bûn.
Her wiha desteyên perwerde û fêrkirinê yên hersê rêveberiyan û heta ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Îlona 2018`an de girîngiyek mezin dan warê perwerdeyê û pêşxistina wê li gorî pêşketinên ku li cihanê di vî warî de rû didin. Materyal hate pêşxistin bi şêwazekê ji berê baştir. Di nav de rêbazên wanedayînê û perwerdekirina mamosteyan jî.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bawer dike ku materyal, rêbazên wanedayînê tevî xebatkarên perwerdeyê yên gihaştî mijarek gelek girîng in. Girêdayî vê mijarê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Semîre Hec Elî got: “Materyalên ku nayên guhertin mirî ne û ne li gorî pêşketinên zanistî û çandî ne. Ew mateyal dê her tim paşketî bimîn in.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye ferqa girîngiya pêşxistina materyalan, bi taybet yên nûjen. Ji bo wê barên mezin dikevin ser milê Saziya Amadekirina Materyalan. Ji ber wê hewl dide warê perwerde û fêrkirinê li gorî pêşketinên ku rû didin û li gorî armanca Rêveberiya Xweser, pêş bixeDesteya Rêveberiya Xweser û desteyên beriya wê, di demek kin de xebatên mezin di warê perwerdeyê de, kirin. Heta asta amedehî materyalên xwendinê amede kirin. Peymangeh, akademî û zanîngeh vekirin.
Tê payîn ku, li herêma Cizîrê 230 hezar û 489 xwendekar beşdarî pergala perwerdeyê ya 2019-2020`an bibin. Heman demê de 2 hezar û 225 dibistanan hatine amedekirin. Li herêma Firatê jî 90 hezar xwendekar di hezar û 100 dibistanan dê perwerdeyê bibînin.
Pergala perwerdeyê ya herêma Cizîrê li gorî rêgezên neteweya demokratîk e û li gorî zimanên pêkhateyên herêma Cizîrê ye yanî Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Li herêma Firatê Erebî û Kurdî ye. Ev gav wek gavek yekemîn li Sûriyê tê hesibandin. ….ANHA