Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan di derbarê rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê rûdide û êrişî û qirkirinên ku li ser gelê kurd pêk tên civîneke girseyî ji malbatên şehîdan re lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda çand û hunerê a Dicle li bajarê Dêrikê di derbarê rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê rûdide û êrişî û qirkirinên ku li ser gelê kurd pêk tên civîneke girseyî ji malbatên şehîdan re lidarxistin.
Di destpêka civînê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê pakrewanan rawestiyan, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hediya Yûsiv axivî û wiha got: “Di hizûra şehîdan û malbatên wan de mirov heyecan digre, ji ber ku em bi saya van şehîdan îro li vir hazirin û li pêşiya me têkoşêneke dûv dirêj heye. Dest pêkê me xwest em bi malbatên şehîdan re rûnin ji ber ku Rêber Apo dibêje Şehîd mînaka şoreşê ne, heya ku ev îdolojî were pêk anîn malbatên şehîdan berpirsin. Hat dîtin ku çawa dewletên hegemonîk kompiloyeke qirêj li ser gelê kurd pêk anîn û westin pirojeya me ya ku bi salan me dida rûniştandin ji holê rakin. Bi riya êrişan xwestin di navbera netewan de pirsgirêk û tevlîheviyan derxin da ku ji cîhanê re isbat bikin ku ev piroje naçe serî. Lê bi seknek xurt û destekdayîneke bihêz hemû gelê kurd li seranserî cîhanê bertek nîşan de û daketin qadan û li dijî êriş û qirkirinên ku pêk tên helwest nîşan de. Di heman demê de me jî bi riya rûniştinan xwestin vê yekê bisekinînin ji ber ku Rêber Apo gotibû pêwîste hûn bi hikumeta demkî re lihevhatinan çêbikin da ku tişta hatî serê Xeza newê serê gelê kurd.”

Hediya Yûsiv axaftinên xwe wiha domand: “Me gelek danûstandên xwe çêkirin lê mixabin dewleta Tirk her dixwest di navbera me û hikumeta demkî de tevlîheviyan derxe û hertiştî li gor berjewendiyên xwe çêbike. Lê bi destekdayîna gelek kesên binirx me karî agirbestê ragihînin û destûrekî binvîsin. Lê heya roja îro jî gelek xetên zirav hene nîqaş ji bo wê tên kirin û em dixwazin destkeftiyên ku Şoreşa Rojava bi keda hezaran şehîdan bidest xistî, nehêlin winda bibin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje heger niha gelê kurd tiştekî bidest nexin wê sed sal din jî di heman rewşê re bijîn. Niha jî erkê ku dikeve ser milê me ew ku em îrade û bingehê xwe xurtir bikin û derfetê nedin dijmin ku tevlîheviyan derxe û divê em yekîtiya kurdî bihêzitr bikin ji bilî kurdan tu kes pişta me nagire.”
Di dawiya civînê de jî derfetê nîqaş û pirsan ji haziran re hat vekirin ku têde gelek pirs û nakokî di serê gel de hebû û ji hêla komîtê ve hat şîrove kirin û zelal kirin.






