Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ilham Ahmed hevseroka desteya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser têkildarî rewşa heyî ya ku Rojava tê re derbas dibe û peymana dawîn a ku di navbera Hêzên Sûriyaya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyê de hatibû îmzekirin ji Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê re civînek lidarxist.
Civîna Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi amadebûna hevseroka Desteya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û hejmarek ji rewşenbîrên kantona Cizîrê li Hola Weşanxaneya Şilêr hate lidarxistin.
Di destpêkê de hemû kes tevlî xuleyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan bûn.
Piştî wê hevseroka Desteya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed wiha axivî: “Ji bo ku rê li pêşiya şer were girtin û gelê Kurd were parastin me gelek insyatîf li pêş xistin. Ji bo vegera koçberan a bi ewle xalên lihevkirinê pêktên. Wê berpirsên koçberan ji hêla me ve bên pejrandin. Hîna derbarê mijara şerê li hemberî DAIŞ’ê de Şam bêhelwest e. Hîna biryara fermîkirina partiyan ji hêla hikumeta demkî ve nehatiye dayîn. Biryara mersûma 13’an ji hêla me ve nayê qebûlkirin. Wê civîna ji bo mijara perwerdeyê bên lidarxistin. Desteya destûrî hîn nehatiye avakirin, lê me nav wekû nûner ji hikumeta demkî re pejrandine.
Hêzên hegemon şerê Kurd û Ereban dixwazin, ev lîstokeke divê em hişiyar bin. Ji bo berdewamiya xeta şoreşê pêwîst e em bêhêvî nemînin. Yekîtiya gelê Kurd dîrokî bû, divê em coş û kelecana xwe bilind bikin.” Piştre gelek rewşenbîran pirs di çarçoveya lihevkirina 30’ê Çile de ji hevseroka Desteya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed kirin, di heman demê de Îlham Ehmed bersiva pirsên rewşenbîran da. Civîn bi bersivdayîna pirsên ku hatine kirin re qediya.








