Rojnameya Ronahî

Belavkirina mazotê li qamişlo

Sîsin ÇIYA/Ronahî Qamişlo

Rêveberiyê Sotemeniyê yê bajarê Qamişlo Xweş Hacî Ehmed ji bo belavkirina mazotê wiha diyar kir: “ji 10`ê Îlonê me dest bi belavkirina mazotê kir. Ji bo her taxekî me komîte ava kirin û tensîqên wan bi komînan re çêbûn da ku em karibin mazotê li hemû gel belav bikin.” Xweş Hecî wiha dest nîşan kir: “belavkirina mazotê wê li ser du caran be. Ji bo girtina mazotê jî ji her malekê re miqdara 400 lître mazot derdikeve.” Xweş Hecî da xuya kirin ku rojane nêzî 400 hezar lître mazot tê belav kirin û wiha pê de çû: “heya niha nêzî 800 hezar lître mazot li Qamişlo hatiye belav kirin. Piştî bajar bi temamî xelas bibe, emê dîsa cara duyem lê bizivirin.”
Xweş Hecî ji bo tensîqa bi komînan re wiha got: “Ew komîteyên me amade kirine tensîqê bi komînê re dikin û li gor lîsteyên ku amade kirine, mazot li malan û taxan tên belav kirin. Dema kesê ku mazotê bigire ne li malê be diçe gel komînê û jê daxwaz dike. Ji ber mazot heya du rojan jî li wir dimîne. Lê eger kesên ku mazotê bigirin heta demekê mazot negirt wê komînê lîsteyek nû çêbike û emê li gorî wê mazotê belav bikin.”
Xweş Hecî destnîşan kir ku roj bi roj mazot paqijtir dibe. Îsal ji ya par baştire, sala par ji ya berê baştir bû. Çiqas derfeta peydakirina teknîkî û şarezayan pêşve çûn, ewqas mada mazotê paqijtir dibe.
Xweş Hecî ji bo bihaya mazotê wiha domand: “Bihaya mazotê di cihê sotemeniyê de 75 wereqe ye û bi bihaya 77 wereqe digîne malê. Jixwe ji bo firne ranewestin bihaya mazotê bi 55 wereqe û ji bo malbatên şehîdan bê pere wê bê dayîn.”
Rêveberiya Sotemeniyê Qamişlo Xweş Hacî Ehmed di dawiyê de got; Hêvîdarin gelê me salek xweş û germ derbas bikin.