Rojnameya Ronahî

‘Lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in’

Bi belavbûna telefon, amûrên elektronîk ên pêşketî û enternêtê re şîrketên cîhanî gelek lîstokên elektronîk belav kirine. Lê êdî ev diyarde bi awayekî neyînî bandorê li kesan dike, bi taybet li gel zêdebûna hewsê ya ku hin caran dighêje bengî.
Ciwanê bi navê Ehmed Hisên (17) ê ji navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê û di asta amadehî de dixwîne. Hisên bi xeteriya wan lîstokan hesiya û biryar girt ku beşdarî dewreya perwerdeyê bibe.
Akademiya Civaka Demokratîk a li taxa Rojava a navçeyê di 2014`an de hate vekirin. Akademiyê di dirêjahiya 5 salan de bi hezaran ji şêniyên navçeyê perwerde kir. Beriya çend rojan dewreyek bi navê Şehîd Amkîhan Cudî hate vekirin. Ehmed Hisên beşdarî wê dewreyê bû. Ajansa ANHA’yê hevdîtinek bi Ehmed Hisên re çêkir.
Hisên got: “Min saetên dirêj bi lîstokan dilîst. Min nedizanî li derdora min çi heye. Ji ber wê jî ez ji aliyên derûnî û bedenî ve diwestiyan. Ev rêbaza demderbaskirinê veguherî hewsekê û min nikarî dest jê berdim. Piştî wê min biryar girt ku rêbaza jiyana xwe biguherînim û dest ji vê reftarê berdim. Ji bo wê ez beşdarî dewreyê bûm da ku xwe perwerde bikim, sûd ji dema xwe bigirim û jiyana xwe bi şêwazekî kêrhatî orgenîze bikin.”
Hisên diyar kir ku niha rewşa wî pir başe. Hisên got: “Bi rêya waneyên ku di perwerdeyê de têne dayîn, bi taybet şerê taybet min nas kir ku gelek lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in.”
Hisên di dawiyê de bang li hemû kesên ku demê xwe bi lîstokan derbas dikin kir û got: “Beşdarî dewreyê bibin da ku hûn jî xeteriyên van lîstokan têbigihin.”