Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê xweparastin û Şerê Gelê Şoreşgerî xurt be’

07/02/2026
in NÛÇE
A A
‘Divê xweparastin û Şerê Gelê Şoreşgerî xurt be’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Welatiyên gundê Girbawî diyar kirin ku di 29’ê Çileya 2026`an de ji aliyê hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk ve peymanek ji bo mafê kurdan hat îmze kirin, herwiha ev peyman niha bi awayekî piratîkî pêk tê û gotin, “Lê ev yek nabe sedem ku em dev ji parastina xwe berdin, pêwîst e çavê me baş vekirî be û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de em xwe biparêzin.”

Şêniyên Rojava bi ruhê yekitî û berpirsyariyê tax û kolanên xwe diparêzin, li hember her gefên li dijî xaka xwe amade ne. Herwiha tabûr û komên parastina bajarên xwe ava dikin. Li hember xeteriya dijî hebûnê parastina xwe dikin. Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tevlî berxwedan û parastina rûmetê bibin. Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê ranewstandine, li hemberî vê yekê jî gel rûmet û xaka xwe diparêze.

Di derbarê parastina xak û rûmeta xwe welatiyên gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Ev 14 sal in ku me can û bedelên giran ji bo rûmet û xaka xwe daye’

Îsam Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku rewşa niha li Rojava derbas dibe parastin girînge û wiha domand: “Ji 6`ê Çileya 2026`an û heye roja îro êriş û gefên giran li ser Rojava tê meşandin. Herwiha ev êriş jî wekî ku her kes dizane ji aliyê hikumeta Demkî, dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ`ê ve tê kirin û plan kirin. Li ser vî esasî Rêveberiya Xweser seferberiya xwe ya parastinê ragihand, ji dema ku seferberî hatiye ragihandin û heya roja îro xwe parastin dewam dike, ji ber ku xwe parastin ferze li ser milê her kurdekî, ji ber ku îro ger em xwe û xaka xwe ne parêz in, wê kî vê yekê bike, pêwîste ku em rûmeta xwe biparêzin. Ev 14 salin ku me can û bedelên giran ji bo rûmet û xaka xwe daye, helbet wê ne hesan be ku kî bixwaze wiha rehet derbasî ser axa me bibe. Em ji êvarê heya sibê li taxane û parastinê dikin. Hete zarok derdikevin parastinê, ji ber ku dijminê xwe baş naskirine ku dijminekî hov û bêbexte.”

‘Pêwîst e roj bi roj xwe parastin xurtir bibe’

Îsam Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir di roja îro de peymana 18`ê Çileya 2026`an ji aliyê hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokiratîk ve hatiye îmze kirin û ketiye piratîkê û wiha pê de çû: “Di 18`ê Çileya 2026`an de ji aliyê hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokiratîk ve peymanek ji bo mafê kurdan hat îmze kirin, herwiha ev peyman niha bi awayekê piratîkî pêk tê. Lê ev yek nabe sedema ku em dev ji parastina xwe berdin, ji ber baweriya me bi ti hêz û dewletan tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e çavê me baş vekirî bin û roj bi roj em parastina xwe xurtir bikin, îro her kes dixwaze Kurdan qirbike û dawiya wan bîne. Lê em dibêjin ku kurd nayên tune kirin, heya yek ji me hebe wê daxwaze mafê xwe bike û doza Kurd û Kurdistanê dewam bike heya serkeftinê, em bi îrade û hêza xwe bawerin.”

‘Divê xwe parastin û şerê gelê şoreşgerî xurt be’

Di heman çarçoveyê de Samiya Cemîl destnîşan kir ku li hemberî van şeran, ji bona ku civak xwe biparêze, hebûna xwe ewle bike û azadiya xwe misoger bike, divê parastina xwe bike û wiha got: “Ji roja ku êriş li Rojava tê kirin û heya roja îro, em nerawistiyane, bi şev û roj em parastina xak û taxên xwe dikin, ji bo ku em hebûn û azadiya xwe mesoger bikin, divê xwe parastin û şerê gelê şoreşgerî xurt be. Ji ber vê yekê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li ser bingehê xweparastinê ya hemû mirovahiyê girîng e. Jin û ciwan pêşengê şerê gelê şoreşgerî ne, lewra girînge ku ew xwe di şerê gelê şoreşgerî de kûr bikin û erêkên ku dikevin ser milê wan pêkbînin. Di vê pêvajoyê de ev yek pir bi hêz û xurt bû, jin karîbû rolekî mezin di xweparastinê de bileyize. Ax axa me ye, ne gengaze em axa xwe berdin, heya nefesa dawî em ê li ber xwe bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.