Viyan Egîd/Qamişlo
Rêvebera Meclisa Efrîn û Şehba ya kantona Qamişlo Leyla Hisên diyar kir ku hijmarek mezin ji koçberan li Qamişlo ne, tenê li Qamişlo û Amûdê nêzî 135 dezgeh ji bo koçberan hatiye vala kirin, bi giştî hijmara koçberan ji Hesekê heya Dêrikê bi sed hezaran malbat koçber bûne.
Li Rojavayê Kurdistan bi hezaran malbat ji sedemên şer û aloziyên ku di heremêde qewimîn, rastî gelek caran li koçberiyê hatin, her wiha ew malbatên koçber jî heya roja îro di nava zehmetiyên jiyanê rû bi rû dimînin.
‘Gelê Efrînê her deqe û sanî bi hêviya vegera Efrînê dijîn’
Leyla Hisên di destpêka axaftina xwe de balkişand ser gelê Efrînî û koçberiyê û wiha got: “Beriya ku em behsa
koçberên Efrînê bikin, pêwîst e di destpêkê de em ji 2018`an de binirxînin ku çawa di wê salê de li Efrînê êrişekî hovane ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hat kirin, rastiyê de mirov çiqas behsa wan êrişan û bi çi rengî hat kirin, bike wê kêm be. Di şerê Efrînê de 58 roj berxwedaniyekî mezin hat meşandin, ev berxwedanê jî li hemberî çetan û teknîka herî pêşketî yên şer hat kirin. Dewleta Tirk ji bo ku hêz û gelê me têk bibe, di rojê de 30 belafirên şer radikir ezîmanê Efrînê û bê naber topebaran dikir. Li vir gel neçar me ku bi darê zorê ji malên xwe werin derxistin. Helbet ev koçberî jî ne hesan bû, bi êşekî pir mezin gelê Efrînê berê xwe da Şehba. Li Şehba gelê Efrînê roj bi roj xwe komî ser hev kir, di heman demê de bi rêya meclis û komînan xwe bi rêxistin kir ku her deqe û sanî bi hêviya vegera Efrînê dijîn.”
‘Neçar man ku dîsa koçber bibin’
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku yên destek û piştgiriyê dide hikumeta Sûriyê, dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Di 8`ê Kanûna 2024`an de rêjîma Baas hat helweşandin ku bi planên dewletên navdewletî Ehmed El-şeri (Colanî) yê ku beriya çend sala di nava Elqaidê de bû û dewletên mezin yên cîhan daxwaze girtina wê kirin. Lê di carekî de Colanî hat ser desthilatdariya Sûriyê bê ku gelê Sûriyê nêrînên xwe bijin ango hilbijartin werin çêkirin. Bi hatina Colanî li ser desthilatdariyê alozî û şer zêdetir bû, bi zehniyeteke wiha ku dixwaze Sûrî yek reng, yek al û yak ol be, bide meşandin. Ji roja hatine wî û heya roja îro sûcên şer, komkujî, talankirin û koçberî tê kirin. Ev zehniyek wê Sûriyekî aram û aştî nede avakirin, berovajî wê ku her Sûrî wê di nava pevçûn û aloziyên giran de bimeşe. Ji ber vê yekê dema ku êriş li ser Helebê da destpêkirin, ku di dîroka 6`ê Çileya 2026`an de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîsa komkujî, talankirin, ravandin û sûcên şer pê anîn. Her kes dizane yê ku destekê dide vê hikumetê, dewleta Tirk a dagirkere. Lewma gelê ku karîbû xwe ji agir û şer xilas bike, berê xwe dan aliyê Firatê û Cizîrê, da ku xwe bispêrin cihên bi ewle. Lê çeteyên hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk berê xwe dan aliyê Firatê û êrişî bajarên wir kirin, êdî ew malbatên ku zêdeyî 3`ê caran rastî koçberiyê hatin, neçar man ku dîsa koçber bibin.”
‘Hijmara koçberan ji Hesekê heya Dêrikê nêzî 10 hezar malbat in’
Leyla Hisên di dewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Koçberiya vê carê ji carên din cûdatir bû, ji ber ku ne tenê xelkê me yê Efrîn û Şehba, her wiha di nav van êrişan de piranî xelkê Firatê koçberî Kantona Cizîrê bûn. Hijmara van koçberan pir mezin e, niha ev koçber piraniya xwe li bajarê Qamişlo bi cih bûne, li bajarê Hesekê hijmara koçberan pir kêm bû ji ber ku rewşa bajarê Hesekê jî ne niştecih bû. Bajarê Qamişlo ne ewqas mezine jî ku hijmarek mezin ji koçberan hewandiye. Tenê li Qamişlo û Amûdê nêzî 135 dezgeh ji bo koçberan hatiye vala kirin. Li Terberspî û Dêrikê jî gelek koçber lê kom bûne, lê bi giştî hijmara koçberan ji Hesekê heya Dêrikê bi sed hezaran malbat koçber bûne. Em niha hewl didin ku koçber vegerin cih û warê xwe ji ber rewşa wan roj bi roj zehmetir dibe.”
‘Rêxistinên alîkariyê ku bidin koçberan hene, lê ne bi awayekî aktîv in”
Rêvebera Meclisa Efrîn û Şehba ya kantona Qamişlo Leyla Hisên di dawiya axaftina xwe diyar kir ku yekîtiya Kurdan moral û hêz da tevahî gelê Kurd û bi taybet li koçberan û wiha domand: “Di rastiyê de di şerê dawiyê de tişta ku hat serxistin, yekîtiya gelê Kurd bû, yekîtiya ku niha me dît moralek pir mezin ji me û koçberan re ava kir. Bi taybet gelê Başûr ku bi dehan kerwanên alîkariyê ji miletê Rojava re rêkirin û ev jî gavek pir bi wate bû ji bo gelê Rojava bi giştî. Heya wek vê kêliyê jî hîn dezgeha Xêrxwaziya Berzanî li gel koçberan disekine û alîkariyan ji bo wan pêşkêş dikin. Bêguman gelek rêxistinên alîkariyê ku bidin koçberan hene, lê ne bi awayekî aktîv in, tenê yên ku karî bû bi temamî alîkariya koçberên Rojava bikin, karewanên ku ji Başurê Kurdistanê hatin. Heta alîkarî dan koçberên di malan de bi cih bûne, beriya niha hemû rêxistinên ku alîkarî pêşkêşî koçberan dikirin tenê didan malbatên di dibistan û kampan de.”
Rêxistin û dezgehên ku alîkarî pêşkêş kirin, ev in:
- Dezgeha Xêrxwazên Berzanî
- Kêr
- Aktêd
- Bilomend
- Sulîderêtî
- Bihar
- May Firam
- Samiyê
- Itiba Bîla Hidûd
- Rojava
- Awat
- Hana Başûr
- Rabîtet Başûr
- Heyva Sor a Kurdî
- Exziyê Alemiyê






