Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojava keleha berxwedanê ye

07/02/2026
in NÛÇE
A A
Kongreya Star ji bo piştgiriya hêzên parastinê meşiya
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gaziyên şer diyar kirin ku Rêber Apo ji bo rê li ber şerekî mezin bê girtin ket dewrê û gotin, “Rêbertiya me timî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan têkoşîn kiriye. Rojava keleha berxwedanê ye. Şoreşa Rojava timî weke stargeh û hêlîneke bi nirx a ji bo mirovatiyê wê her hebe.”

Ji serê salê ve li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê êrîşên hovane pêk hatin. Hat diyakirin ku di wê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şer gur nebe û rê li ber şerekî di navbera gelan de çênebe ketiye nav hewldanan.

Endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Gaziyên şer Zarîn Kobanê û Mazlûm Yıldiz têkildarî mijarê axivin.

Rêbertiya me timî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan têkoşîn dike

Gaziya şer Zarîn Kobanê anî ziman ku weke gelê Kurd di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û got, “Hêzên hewl didin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe saz bikin, Kurdan li hember xwe astengî dibînin. Bi taybet jî Kurdên bi fikir û felsefeya Rêbertî daxwaza azadiyê dikin dikin hedef. Ev sîstemeke welê ye ku tehemulî paradîgmaya ku jin têde pêşeng e nake. Lewma wan hêzan ev êrîş plan kirin û hewl dan Şoreşa Rojava bi temamî ji holê rakin. Her wiha xwestin li ser vî bingehî fitneyê bixin navbera gelan. Lê Rêbertiya me bi helwesta xwe  şer da rawestandin. Ev hêza Rêbertiya me û ya Tevgera me nîşan dide. Rêbertiya me timî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan têkoşîn dike. Em bi Rêberê xwe serbilind in. ”

Zarîn anî ziman kesên weke Devlet Bahçelî yên bi salan li hember Kurdan têkoşîn kir, gihişt rastiya ku îro ji bo Rêber Apo qala mafê hêviyê dike û wiha domand, “Xisûseke baş a rastiyan heye ku zû an jî dereng derdikevin holê. Rêbertiya me bi salan e ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were bang dikir. Gelek caran agirbest îlan kir. Lê timî desthilatdarên heyî digotin ku wê bi şer Tevgera Azadiyê tine bikin û hêviyên gelê Kurd bişikînin. Lê ew polîtîkayên şîdetê bi ser neketin. Îro Bahçelî têkildarî Rêbertiya me banga ji bo mafê hêviyê dike. Bêguman ev bangeke girîng e. Kes naxwaze mirov jiyana xwe ji dest bidin. Eger li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk bi ser bikeve wê bandoreke erênî li ser tevahiya Rojhilata Navîn û heta li cîhanê jî bike.”

Gaziya şer Zarîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Me weke hevalên gazî bi fikir û felsefeya Rêbertî li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Şoreşa Rojava bi xwîna bi hezaran şehîdan, bi ked û hewldana gelê me ava bû û pêş ket. Em ê destûr nedin ev şoreş zerarê bibîne. Wê şoreşa Rojava weke keleha berxwedanê û hêlîneke bi nirx a ji bo mirovatiyê her hebe.”

Şoreşa Rojava bi xwîna bi hezaran şehîdên ji pêkhateyên cuda ava bûye

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Gaziyê şer Mazlûm Yildiz jî bal kişand ser peyamên Rêbertî yên ji bo êrîşên li ser Rojava bên sekinandin û got, “Rêbertiya me ji hêza xwe bawer e. Di vê pêvajoya herî hesas de hemû alî hişyar kirin û kir ku pirsgirêk li dora maseyê bên nîqaşkirin û çareserkirin. Rêbertiya me bi salan li Sûriyeyê ma. Gelê me yê Rojava bi can û malê xwe tevlî têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de bûn. Rêber Apo di gelek hevdîtinên xwe de digot, ‘Rojava xeta min a sor e.’”

Mazlûm Yildiz anî ziman ku Rêber Apo bi vê helwesta xwe rê li ber şerekî mezin girtiye û wiha axivî, “Rêbertiya me timî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan têkoşîn kiriye. Ji hemû neteweyan bi sedan kes tevlî nav refên Tevgera Apoyî bûn. Ev şoreş bi xwîna bi hezaran ciwanên ji pêkhateyên cuda ava bû û îro ji hemû gelan re bûye îlhama jiyaneke azad û wekhev.”

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em weke şervan û gaziyên Rojava ti carî ji şer natirsin. Me ev bi berxwedana xwe nîşanî hemû dost û dijminan jî daye. Lê ya girîng ew e hemû gel bi awayekî azad û wekhev bijîn. Em şagirtên Rêber Apo ne. Ji bo bedewkirina jiyanê çi ji destê me bê em ê bikin. Lê dema kesên xêrnexwaz bixwazin destdirêjiyê li ser nirxên me bikin, em ê bi hêz û vîna xwe li hember wan derkevin û bi ser bikevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.