Rojnameya Ronahî

‘Armanca mîrhîcana zarokan ji bo kêfxweşiya dilê wan e’

Mîhrîcana zarokan wê li Herêma Kobanê bê lidarxistin. Endamên Komîteya amadekar derbarê amadekariyê Mîhrîcanê de dibêjin: “Amadekariyên me ji bo lidarxistina mîhrîcanê bi dawî dibin. Em dixwazin dilê zarokan kêfxweş bibe û hêviyên wan pêk werin. Armanca mîrhîcana zarokan ji bo kêfxweşiya dilê wan e.”

Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Desteya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi dirûşma “Zarok mîrasê hunerê ne û jiyana azad in” piştî li Herêma Cizîrê mîhrîcana zarokan bi dawî bû vê carê li Kobanê ya Herêma Firatê di 17’ê Îlonê de, mîhrîcan tê lidarxistin. Ji xwe niha jî li tevahî navendên Çand û Hunerê yên herêmê perwerdeya zarokan li ser beşên hunerî wekî stran, goven û şano tê dîtin. Zarok bi tevgereke mezin amadekariya mîhrîcana xwe dikin, da ku her kes bi hunera xwe tevlî mîhrîcanê bibe. Mîhrîcan wê sê rojan li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê were lidarxistin. Derbarê amadekariyên mîhrîcana zarokan de, endamên Komîteya Amadekar xebatê xwe yên amadekariyê ji Ajansa JINNEWS’ê re nirxandin.

‘ARMANCA ME EM DILÊ ZAROKAN KÊFXWEŞ BIHÊLIN’
Endama Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Mîrxana Ismayil derbarê armanca lidarxistana mîhrîcanê de wiha got:”Her sal mîhrîcanên zarokan tên lidarxistin. Armanca me ji lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku em dilê zarokan xweş bikin. Em zarokan fêrî çanda wan a resen dikin û di milê hunerî, çandî û civakî de zanista wan xurt dikin.”
‘EM Ê HÊVIYÊN ZAROKAN PÊK BÎNIN’
Endama koma stranê Oryana Ibrahîm a ku wê tevlî vê mîhrîcanê bibe qala tevlîbûn û amadekariya xwe ji mîhrîcanê re dike û wiha dibêjê: “Ev demeke dirêj e em xwe ji mîhrîcanê re amade dikin. Endamên koman bi awayekî komînal perwerdeyên xwe dibînin û hevbeşiyek û ji hev fêmkirin di navbera me de heye. Em dixwazin hêvî û xeyalên zarokan pêk bînin, da ku zarok ji çanda xwe hezbikin. Armanca mîrhîcana zarokan ji bo kêfxweşiya dilê wan e.”