Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistina Nûdem banga piştgiriya koçberên astengdar kir

05/02/2026
in NÛÇE
A A
Rêxistina Nûdem banga piştgiriya koçberên astengdar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo  

Rêxistina Nûdem bi daxuyaniyekê banga parastin û lênihêrîna koçberên astengdar kir, herwiha wê di daxuyaniyê de tekez kir ku pêwistiya astengdaran bi piştgiryê heye, ji ber koçberiyê ewlehî û mafên bingehîn ên astengdaran xistiye metirsiyê de.

Ji bo balkişandina li ser rewşa koçberên astengdar, rêxistina Nûdem ya astengdaran daxuyaniyeke nivîskî li pêşiya dibistana Salih Ebdê ya li bajarê Qamişlo da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di şertên awarte yên ku welat tê de derbas dibe, bi taybetî di pêla koçberiya dawî de, gelek malbatên ku di nav wan de kesên astengdar bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû dimînin. Ev rewş bandorên giran li ser jiyana wan a rojane dike. Di navenda penaberî û dibistanên ku veguheztine navendên pêşwaziyê de, rewş her roj dijwartir dibe. Kesên astengdar li wir bi gelek astengî û dijwariyan re rû bi rû ne ku tenduristî, ewlehî û mafên wan ên bingehîn dixe metirsiyê de.”

Di daxuyaniyê de kêmbûna hewcdariyên bingehîn hat diyar kirin û hat gotin: “Kesên astengdar bi şert û mercên jiyanê û penaberiyê rû bi rû ne, ku hewceye pêdiviyên wan bi awayekî guncav werin bi cih bînin, mîna prosedurên cirahî yên lezgîn û hin pêwistiyên alîkar bi tevgerê, amûrên alîkarî ji bo bihîstinê di heman demê de cihên ku bi şertên tenduristiya wan re guncaw bin.”

Ji bo derbskirina şok û êşên koçberiyê pêwîstê bi piştgiriyê heye

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên xwedî astengî bi dijwarî gihiştine xizmetên tenduristiyê, çi ji bo rewşên acil an lêgerîna domdar, nemaze ji bo nexweşiyên giran ên ku pêdiviya wan bi şopandina rast û domdar hene. Herwiha kêmbûna piştgiriya derûnî û civakî heye, pêwîste ev piştgirî bê pêşkêş kirin ji bo derbaskirina şok û êşên derûnî yên ji ber koçberiyê.”

Bi awayekî acil divê destwerdan bê kirin

Rêxistina Nûdem di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em bang dikin ku bi awayekî lez û cidî destwerdan bê kirin ji bo parastin û lêniherîna kesên xwdî asteng li navendên penaberiyê û dibistanan. Pêwîste ku cîhan bi hemû awayan tev bigere da ku astengdar bikaribin bi hêsanî bighêjin xizmetên bingehîn. Di heman demê de peydakirina xizmetên tenduristiyê yên taybet. Divê tîmên bijîşkî yên pispor werin peyda kirin ku şert û rewşên tenduristî yên kesên xwedî astengî bi awayek domdar bişopînin. Pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî, pêwîste tîmên piştgiriya psîkolojîk bêne amadekirin da ku rewşa kesên xwedî astengî bişopînin. Divê siyasetên pejirandina koçberan werin vekolandin da ku maf û hewcedariyên taybet ên kesên xwedî astengî were rêz kirin. Misoger kirina gihaştina bê asteng a alîkariyên mirovî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.